Mexdûrên erdhejê: Rayedarên dewletê me neçarî avahiyên xesar dîtine dike 2023-02-18 15:04:14   AMED - Li Amedê kontrola avahiyan neqediyaye. Rayedarên saziyên dewletê malbatên li dibistan û wargehan hatine bicihkirin derdixe û malbatan neçar dihêle ku li avahiyên xesar dîtine rûnên.    Yek ji bajarên ku bi karesata erdhejê re rûbirû maye jî Amed e. Li Amedê 7 avahî hilweşiyan û 409 kesan canê xwe ji dest dan û 902 kes jî birîndar bûn. Ji ber erdhejê gelek avahiyan xesarên giran dîtîne. Gelek malbat ji bo avahiyên wan xesar dîtîne ditirsin ku bikevin xaniyên xwe. Reyedarên dewletê bêyî ku tespîta avahiyên xesar dîtine bikin ji malbatan re dibêje avahiyên we xesar nedîtine û berê wan dide malên wan. Malbatên ku li dibistan û wargehan hatin bicihkirin, tên derxistin û wan neçar dike ku malbat biçin malên xwe.    DITIRSIN KU BIÇIN XANIYÊN XWE   Yasamîn Mîrbey a li taxa Kaynartepe ya navçeya Rezana Amedê derûniya xerab ku erdhejê li serê bandor kiriye wiha got: “Wê rojê em bit irs derketin. Piştî erdhej çêbû em şêniyên taxê li ber dibistana Vehbî Koç kom bûn. Heya sibeh em li wir li ber berf û baranê man. Piştre em hatin mala xwe û carek din erdhej çêbû. Em tirsiyan û dîsa derketin. Êdî em nehatin mala xwe û li dibistanê man. Ev çend roj in em li dibistanê bûn. Em 3 malbat di polekê de diman.”  Mîrbey da zanîn ku avahiya wan beriya 24 salan hatiye çêkirin û wiha got: “Reyadaran ji me re got, ‘xesar di avahiya we de nîne, biçin malên xwe’. Lê hê ji bo avahiyê tu tespît nehatiye kirin. Gelek caran gazî wan kir lê hê jî nehatine. Em dixwazin demildst bên kontrol bikin û em jî li gorî wê tiştekî bikin. Em ditirsin ku bikevin xaniyê xwe. Heke tiştek were serê me dewlet berpirsiyar e.”   ‘HER ROJ DERZ MEZIN DIBIN LÊ DÎSA DIBÊJIN XESAR NÎNE’   Nûrhan Taş a dayika çar zarokan jî li Rêzanê dimîne û wiha got: “Avahiya me ji aliye tîmên tespîtê ya taybet ve hatiye kontrolkirin. Gotine xesara avahiyê giran e û ne bi ewle ye. Lê şaraderî jî dibêje ku xesar nîne. Stûnên avahiyê şikestine û derzên li xanî ketine her roj mezin dibin û dîsa jî xesar nedane. Em ê çawa li vê avahiyê bimînin? Em diçin wargehê lê dibêjin qeyda ku avahiya we xesar dîtiye nîne û cih nadin me.”   Taş diyar kir ku her roj gazî koma tespîta xesarê dikin lê hê jî nehatine û wiha axivî: “Em ditirsin ku li avahiya me bimînin. Me rewşa avahiya xwe bi şaredariyê re parve kir. Şaredarî alîkariya xelkê jî nekiriye. Ji ber ku avahiya me xesar dîtiye her roj em li mala xizmên xwe dimînin. Em vê zivistanê bi ku ve biçin? Heta ku me malek ji xwe re didît bila destûr bihata dayîn ku em li wargehê bimînin. Derûniya me xera bûye. Em perîşan bûne. Tişta ku bi me dikin ne edaletî ye.”    ÇEND ÇAKÛÇAN LI AVAHIYÊ DANE Û ÇÛNE   Hadî Tekel niştecihê navçeya Rezanê jî diyar kir ku tîmên tespîta xesarê çûne kontrola avahiya wan û çend çakûçan li avahiyê xistine û çûne. Tekel da zanîn ku li gel ku avahiya wan gelek xesar dîtiye jî lê kontrolek baş nehatiye kirin û ew dixwazin ku li ser avahiya wan kontrolek birêkûpêk bê kirin da ku xelk perîşan nebe.