HSD: 2 serçeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin 2023-02-18 15:47:00   NAVENDA NÛÇEYAN - HSD'ê da zanîn ku hêzên wan bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî 2 operasyon li rojhilatê Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ'ê kirine û di encamê de 2 serçeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.   Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 operasyonên ewlehiyê li dijî DAIŞ'ê hatin lidarxistin.   Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:   "Di çarçoveya serdegirtina şaneyên rêxistina DAIŞ'ê ya terorîst de, hêzên me duh (16'ê Sibatê) 2 operasyonên ewlehiyê li dijî şaneyên rêxistinê li rojhilatê Dêrazorê pêk anîn.   Di operasyona yekemîn de ku YAT'ê bi desteka hêzên Kaolîsyona Navneteweyî pêk aniye, li navçeya Sebhe ya rojhilatê Dêrazorê li dijî serçeteyekî rêxistinê bi navê Muhened El Sarî El Fedxem bû. Ew yek ji xetertirîn rêxistina DAIŞ'ê bû. Wî li dijî hêzên me kiryarên suîqastkirinê pêk dianîn. Piştî dorpêçkirina herêma ku ew lê bû, YAT'ê banga tesîmbûnê kir, lê red kir. Dûre pevçûn çêbû û ew hate kuştin.   Operasyona duyemîn jî li gundê Hacine yê li rojhilatê Dêrazorê pêk hat. Yekîneyên me bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re hêzên xwe daxistin da ku serçeteyê rêxistina DAIŞ'ê yê bi nave Hemze El Humsî bigirin. Ew dever hate dorpêçkirin û banga radestbûnê hate kirin. Lê wî xwe teqand, di encamê de hate kuştin û 4 leşkerên hêzên Kaolîsyona Navneteweyî birîndar bûn.   Di her du operasyonan de gelek çek û amûrên leşkerî yên li gel terorîstan hatin girtin: çekeke kalaşnîkov û 3 cercorên wê, rextek û telefonek.”