JMO Amed: Zêdetirî 500 avahiyên bixesar hatin tespîtkirin 2023-02-18 16:32:12   AMED - Şaxa JMO ya Amedê da zanîn ku li navçeyên navendî 80 hezar avahî hene û heta niha li ser 30 hezar avahiyan lêkolîn kirine û wiha got: “Zêdetirî 500 avahiyên bixesar hatin tespîtkirin.”    Şaxa Odeya Endezyarên Jeolojiyê (JMO) Amedê ku girêdayî Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirk e (TMMOB), têkildarî erdheja di 6’ê sibatê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî erdhejên bi pileyên 7,7 û 7,6, bi giştî heta niha 4 hezar û 734 erdhejok çêbûne.    XESAREKE MEZIN GIHIŞT 500 AVAHIYAN    Bi domdarî daneyên têkildarî bandora erdhejê ya li Amedê ev tişt hatin gotin: “Li Amedê 6 avahî hilweşiyan e. Ji 80 avahiyên li navçeyên navendî heta niha 30 hezar jê hatine lêkolînkirin. Di encama xebatan de hat tespîtkirin ku xesareke mezin gihiştiye 500 avahiyan. Xebatên me berdewam in.”   ERDHEJA KU 2 SAL BERÊ HATIYE TEXMÎNKIRIN   Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Saziya Şêwirmendiyê ya Erdhejê” piştî erdheja li Xûx a Xarpetê, di sala 2020’an de bi sernavê “Bajarên me yên li ser xetên fayê” 18 raporên cuda amadekirine û weşandiye. Bi domdarî ev agahî hatin parvekirin: “Di 08.02.2021’an de Rapora Erdhejê ya Hatayê, di 22.02. 2021’an de Rapora Erdhejê ya Çewlikê, di 02.03.2021’an de Rapora Erdhejê ya Mereşê, di 04.05.2021’an  Rapora Erdhejê ya Colemêrgê jî di nav de bi giştî 18 rapor hatin parvekirin. Ji bo ku di vê mijarê de tevdîr werin girtin, bi kesên xwedî biryar û rayedaran re hatin parvekirin. Ev rapor nîşan didin ku erdhejên li Hatay, Mereş û Dîlokê 2 sal berê hatine texmînkirin. Her wiha dihat diyarkirin ku cihên ev karesat li ser hatine avakirin, li ser xetên fayê yên çalak in û ne li gorî qadên jîngehan in.”    MEKANÎZMAYÊN VENÊRÎNÊ YÊN XURT   Di dawiyê de jî JMO’yê ev pêşniyar kirin: “Saziyên herêmî û navendî yên Amedê divê piştî temambûna xebatên tespîtkirina xesarê, li gorî mercên zemînê bi destê cemaweriyên dest bi avakirina xebarên nûjenkirina bajar bikin. Hewceye li navçeyên derdorê yên bajarê me xebatên tespîtkirina xesarê û zemînê bên kirin û piştre jî hejmara qatên avahiyan bên diyarkirin. Hewceye qadên xetere li ber îmarê neyên vekirin û li gorî normên zanistî bê tevgerîn. Divê destûrnameyê nedin tu avahiyên bêyî xizmetên endezyariyê hatine çêkirin. Divê li deverên fayên çalak avahî neyên çêkirin. Divê ev xet weke qadên park û şînkatiyê bên bikaranîn. Ji bo parastina can û malê gel, hewcehî bi avakirina mekanîzmayeke xurt a venêrînê heye.”