Girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavakê hatin kirin, derb kirin 2023-02-18 16:45:22   AMED - Girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa T a Karabukê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê hatin kirin, ji ber ku li dijî lêgerîna tazî derketin, hatin derbkirin.    Girtiyên bi navên Seyfettîn Kurt, Mûrat Kozat û girtiyekî navê wî nehat zanîn ku li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê dihatin ragirtin, sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê hatin kirin. Girtî di rojên çarşem û înê de hatin sewqkirin û di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî lê hat ferzkirin. Girtiyên ku li dijî vê sepanê derketin, hatin derbkirin.    GARDIYAN: XWEDAYÊN VÊ DERÊ EM IN   Kekê Seyfettîn Kurt, Umît Kurt da zanîn ku gardiyanên lêgerîna tazî li girtiyan ferz kirin ji girtiyan re wiha gotine: “Ev der Komara Tirkiyeyê ye. Li vir gotina me derbasdar e. Xwedayên vê derê em in.” Bi domdarî Kurt, wiha got: “15-20 gardiyanan girtî derb kirin û heqaret li wan kirin. Di hevdîtina ser telefonê de birayê min got ku piştî îşkenceyê nehatine tedawîkirin û hinek deverên laşê wî reş û şîn bûne. Li ser ewlehiya canê girtiyan fikarên me hene.”    AGAHIYAN NADIN MALBATÊ    Cezayê muebbeta giran li Mûrat Kozat hatiye birîn û ew jî yek ji wan girtiyên hatine sewqkirin e. Birayê Kozat, Bayram Kozat jî têkildarî mijarê ev agahî parve kirin: “Piştî derbkirinê, birayê min xistine hucreya yekkesî. Birayê min Mûrat, bi Seyfettîn Kurt re li heman girtîgehê dimîne. Seyfettîn di roja înê de û birayê min jî di roja çarşemê de hate sewqkirin. Her du jî rastî heman îşkenceyê hatin. Me ji bo hevdîtina bi birayê min re hewl da agahiyan ji girtîgehê bigirin lê agahiyan nadin. Ji roja hatiye sewqkirin heta niha em tu agahiyan ji birayê min nagirin. Weke malbata wî fikarên me hene û heke hewce bike em ê bi şev û roj li pêşiya girtîgehê bisekinîn.”