Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 642 kesan 2023-02-18 16:47:29     NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara kesên di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 40 hezar û 642 kesan.    Serokê AFAD’ê Yûnûs Sezer têkildarî bîlançoya erdhejê daxuyanî da. Sezer, da zanîn ku heta niha di erdhejê de 40 hezar û 642 kesan jiyana xwe ji dest dane û wiha domand: “Gelemperiya xebatên lêgerîn-rizgarkirinê ji duh êvarê ve hatine bidawîkirin. Li seranserî Hatayê xebat hatin berfirehkirin. Niha li wir nêzî 13 hezar xebatkarên me yên lêgerîn-rizgarkirinê hene.”