Bûldan û şandeya pê re serdana Bêrecûkê û Pirsûsê kirin 2023-02-18 16:48:40   RIHA - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û şandeya li gel wê serdana welatiyên navçeya Bêrecûk û Pirsûsê yên Rihayê ku ketine ber tesîra erdhejê kir.    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk,  siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Omer Ocalan, Ayse Surucu, Nîmetullah Erdogmûş û şandeya HDP'ê serdana welatiyên li navçeya Bêrecûk û Pirsûsê yên Rihayê ku di erdhejê de bandor bûbûn kir.    Şande di destpêkê de li navçeya Bêrecûkê çû cihê avahiya ku li cadeya nexweşxanê di erdhejê de hilweşiyabû û piştre jî serdana welatiyên di konan de dimînin kir. Şandeyê li rewşa mexdûran prisî û mexdûran jî gilî û gazinînên xwe anîn ziman.    Şande paşê derbasî navçeya Pirsûsê bû. Şandeyê li Pirsûsê jî serdana avahiya ku dayikek û 2 zarokên xwe lê jiyana xwe ji dest dabûn kir. Li wir jî welatiyên ku di erdhêje de bi bandor bûbûn diyar kirin dewletê alîkariya wan nekiriye û kon û pêdiviyên nehatine temînkirin û ji bo alîkariya HDP'ê spasiya şandeyê kirin.    Şandeyê ji malbata qurbaniyan re sersaxî xwest. Şande derbasî şîna malbata Dogan ku li Mereşê di erdhêje de 9 xizmên wan jiyana xwe ji dest dabûn bû. Her wiha şandeyê serdana şîna Mehmed Dûrmaz ê ku law, bûk û neviyên wî jiyana xwe ji dest dabûn kir. Şandeyê ji malbatan re sersaxî xwest. Şandeyê li Pirsûsê bernameya xwe ya li Rihayê bi qedand.