Gundên Bazarcixê: 13 roj in em bi tenê ne 2023-02-18 17:01:12   MEREŞ - Li gundên Yarbaşi, Armûtlû, Çîçekalani, Tetîrlîk, Ortakoy û Şahîntepe yên girêdayî navçeya Bazarcix a Mereşê gelek avahiyên hilweşîyayî xesareke giran dîtîne hene. Bi taybetî gundiyên Şahîntepe yên 16 kesan lê jiyana xwe ji dest dane bi lêv kirin ku tenê hatine hiştin.    Li navenda navçeya Bazarcixa Mereşê xebatên hilweşîna avahiyên xesareke giran dîtîne berdewam bikin. Li aliyê din mirov hewl didin ji xaniyên xwe yên xesareke zêde dîtine û hêj dora wan a hilweşînê nehatine tiştên xwe derxînin. Welatî tiştên xwe li traktor û kamyonan bar dikin û wan dibin gundên derdorê an jî li cem konên xwe. Li gundan jî rewş ji navendê cudatir nîne. Endamên komîsyona tespîtkirina xesarê ku çûn serdana gelek gundan û rewşa xaniyan diyar kirin, têkildarî xaniyên bên hilweşîn girtekan digirin û karekodan bi deriyên xaniyên bixesar û kêm xesar ve dikin. Welatiyên ku difikirin malên wan bi awayekî giran xesar dîtine îtîrazî biryara komîsyonê ya “kêm xesar e” dikin. Hin welatî jî dibêjin ew ji biryara komîsyona nirxandina xisarê bawer nakin û ew ê xaniyên wan ên çend sal berê bi kedeke mezin ava kirin, hilweşînin.     DÎWARÊ BENDAVA KARTALKAYA ZIRAR DÎTÎ YE   Welatiyên ji navenda navçeya Bazarcixê ku me ji wan re got em ê biçin gundên Yarbaşi, Armûtlû, Çîçekalani, Tetîrlîk, Ortakoy û Şahîntepeyê gotin ku li Bendava Kartalkayayê xesar heye û hişyar kirin ku rê xerabûne. Em bi ser rêya Mereşê tabelaya Îstasyona Pompa ya Kartalkayayê dişopînin. Dema em nêzî bendavê bûn dibînin ku rê bi deriyekî hesin girtî ye û li rex derî jî peywîrdar hene. Peywîrdarên ku me rêya Armûtlûyê jê pirsîn, diyar kirin ku em di rêyeke rast de ne, ji ber parçeyên keviran ên hatin ser rê, rê xerabe ye, di qepaxên bendavê de xesar çêbûye û dixwazin em bi awayekî baldar tevbigerin. Em dibînin ku kevirên mezin ên hatine ser rê, hatine paqijkirin. Li cihê ku deriyên bendavê lê ne dibînin ku bi maşîneya kar hêj jî xebatên tamîrkirina rê berdewam dikin. Piştî ku me wesayîta xwe kêşa kêleka rê û hin dîmen kişandin, em diçin gundê Yarbaşiyê.    XWIŞKA MIN DI APARTMANA LALE DE JIYANA XWE JI DEST DA   Ji ber ku piraniya gundiyên li vir li derveyî welat û metropolan dijîn, em hîn dibin ku tevî hilweşîna li gund jî kesê jiyana xwe ji dest nedaye. Hasan Cebedag ê li derveyî welat dijî, dibêje ku 8 sal berê xaniyê xwe çêkir û ji ber ku herêm herêma erdhejê ye bi baldarî û mesrefeke mezin ava kiriye, lê tevî vê yekê jî xesar mezin e. Dibêje tîman ji bo mala wî rapora “dikare rûne” daye lê nizane dê ku dera wî tamîr bike. Cebedag da zanîn ku li gundê Yarbaşi Koralo ya 20 mal lê ne ji ber kes lê najî kesê jiyana xwe ji dest nedaye, anî ziman ku xwişka wî Meryem Cebedag di Apartmana Lale ya li navçeya Bazarcixê jiyana xwe ji dest daye. Cebedag bi lêv kir ku agahî girtine ku di Apartmana Lale de nêzî 30 kesan jiyana xwe ji dest daye.   MIROV BAWERÎ RAPORÊN ‘DIKARIN RÛNIN’ NAKIN    Em pişt re diçin gundê Armûtlû yê 100 mal lê hene, kêm xesar dîtiye û kesê lê jiyana xwe ji dest nedaye. Şêniyên Armûtlû yên 13 roj in di konan û holikan de dijîn, diyar dikin ku li mezraya Şekerlî ya girêdayî gundê wan 3 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li gundê Çîçekalani ku tenê dîwarên palpiştiyê û çend depo hatin xerakirin, welatiyan diyar kirin ku windahiya can nîne û anî ziman ku ew hê jî bi şev li derve dimînin û ditirsin bikevin hundirê xaniyên xwe yên hat diyarkirin ku zerareke biçûk dîtine. Dû re em diçin gundê Tetîrlîkê ku li ser heman rêyê ye, 300 mal lê hene û gundê herêmê yê herî mezin e. Gundiyan gotin ku li vir nêzî 10 avahî hilweşiyan e û anîn ziman ku komîsyona tespîta xesarê rapora “Dikarin rûnin” dane wan lê ew ditirsin bikevin xaniyan û bawerî bi raporê naînin. Gundî dibêjin “Her aliyê xanî xera bûye, demîrên stûnan xuya dikin lê dibêjin hûn dikarin lê rûnin. Di demekî ku hêj erdhej berdewam dikin de em ê çawa di van malan de bijîn?” Welatiyan diyar kirin ku tevî hilweşîna li gund jî kesê jiyana xwe ji dest neda û dan zanîn ku li navenda Bazarcixê 2 kesên ji gundê wan di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane.   LI ŞAHÎNTEPE Û ORTAKOYÊ 18 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Dû re em derbasî Şahîntepe û mezraya Ortakoy a girêdayî wî gundî dibin ku hem wêranbûn û hem jî windahiya canan herî zêde ye. Gundiyan bi lêv kirin ku du kesên di bin avahiyên li Ortakoyê de mane jiyana xwe ji dest dane li Şahîntepeyê jî 16 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 kes jî weke giran birîndarbûne ji bin kavilan hatine derxistin û hêj li nexweşxaneyan tên dermankirin. Gundiyên Şahîntepe dibêjin heta roja pêncan a erdhejê rayedarekî bi tenê serdana gundê wan nekiriye û tevî ku 13 roj bi ser erdhejê re derbas bûne jî bi têrkerî alîkarî û hevgirtin ji wan re nehatiye dayîn.    MA / Abdûrrahman Gok - Azad Altay