Mexdûrên erdhejê: Keya konan li kesên nêzî xwe belav dike 2023-02-19 10:24:09   DÎLOK - Mexdûrên erdhejê ku ji ber hejmara kêm a konan bi gazincin, diyar kirin ku keyayê gundê Altinovayê alîkariyan û konan tenê li kesên nêzî xwe belav dike.    Yek ji herêmên ku herî zêde ji erdhejên bi pileyên 7,7 û 7,6 ên Mereşê bibandor bûyî jî navçeya Nûrdagi ya Dîlokê ye. Gelek gundên navçeyê di bin kavilan de man. Erdhejê bandoreke giran li gundê Altinovayê jî kir ku 360 kes lê dijîn. Kavilên gund hêj mîna roja ewil li şûna xwe disekinin.    60 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Di encama erdhejê de li gund 60 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di tevahiya avahiyên ser pêyan mayîn de jî xesareke mezin heye. Gund, veguheriye cihê şînê û gel hewl dide bi rêya piştevaniyê birînên xwe derman bike. Malbata Guzel, li gorî derfetên xwe konek veda ye û şîna xwe daniye. Malbatê, di erdhejê de biçûka malê, keça xwe ya 13 salî winda kir.    DEMA HEWL DIDA DERKEVE DI BIN KAVILAN DE MA   Bav Abbas Guzel da zanîn ku tevî hevjîn û 5 zarokên xwe bi awayekî rashatî xelas bûne û wiha got: “Dema keça min a herî biçûk di kêliya erdhejê de ber bi derve ve baz dida, di bin erdhejê de ma.” Bav Guzel, hêj jî qebûl nake ku keça wî wefat kiriye û malbat hêj jî dibêje malbata me 8 kes in.    ‘JI BILÎ KURDAN TU KESÎ ALÎKARÎ NEDAN ME’   Guzel, diyar kir ku nebû salek ku mala xwe çêkirine lê dîsa jî hilweşiyaye. Guzel, konê şîn ê vegirtin nîşan dide û wiha dibêje: “Ev 13 roj in dewletê tu alîkarî bo me neşandine. Tevahiya pêdiviyên me ji hêla kurdan ve hatin pêşwazîkirin û ji herêmên wan hatin. Ji bilî wan tu kesî alîkarî nedan me.”    KEYA KONAN LI KESÊN NÊZÎ XWE BELAV DIKE   Li gund gelek avahî bûne kavil û hewcehiyeke zêde bi konan heye. Yek ji pirsgirêkên herî zêde mexdûrên erdhejê li ser disekinin jî ev e. Şêniyên gund ji ber nebûna konan bi gazinc in û dibêjin ku di konên ji bo 4 kesan de herî kêm 8 kes dimînin. Şêniyan da zanîn ku gelek pêdiviyên wan ên bingehîn nayên pêşwazîkirin. Her wiha şêniyan got ku keyayê gund Kadîr Ozkan gelemperiya alîkariyên bisînor û konên tên jî li derdora nêzî xwe belav dike.    MA / Îbrahîm Irmak