Koramaz: Divê heta sala 2022’yan kontrola hemû avahiyan hatibûya kirin 2023-02-19 10:40:10   DÎLOK - Serokê TMMOB’ê Emîn Koramaz diyar kir ku li gorî Plana Çalakiya Stratejiyê ya hikumetê ku di sala 2011’an de hate weşandin, divê heta sala 2017’an hemû avahiyên cemaweriyê, heta sala 2022’yan jî hemû avahiyên li gund û bajaran hatibûna kontrolkirin, lê nehatin kirin.    Di erdhejên navenda wan Mereş de 40 hezaran zêdetir kesan jiyana xwe ji dest dan, li gel ku berpirsyarên siyasî yên ji vê rewşê tên nîqaşkirin, desthilata AKP’ê bi girtinên li dijî mutehitan têkildarî mijarê bêdengiya xwe didomîne. Di nîqaşên ku polîtîkayên AKP’ê yên îmarê yên 22 salan derdikevin pêş de dîsa sozên desthilatê têkildarî îmarê bi cih neanîn, karesata bi efûya îmarê re rê pêk hatine û hişyariyên berçav nehatin girtin tên pirsîn. Serokê Lijneya Rêveberya Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) Emîn Koramaz ku ji roja ewil ve li herêma erdhejê lêkolînan dike, têkildarî çawa endezyar û avahîsaz ji pêvajoya kontrolkirina avahiyan hatine dûrxistin û berpirsyariyên ku hikumet pêk naîne de nirxandin kir.    KONTROLÊN NEHATIN BICIHANÎN    Koramaz, diyar kir ku desthilatê berpirsyarên xwe yên di çarçoveya Plana Çalakiyê ya Stratejiyê ya di sala 2011’an de hate weşandin de bi cih neanîn û wiha got: “Li gorî vê planê diviyabû desthilatê heta sala 2017’an hemû avahiyên cemaweriyê û heta sala 2022’yan jî hemû avahiyên li gund û bajaran kontrol kiribûna, lê nekirin. Tabloya ku îro derketiye holê di encama kontrolên nehatine kirinin. Dîsa ji ber ku di 6 saetên destpêkê yên erdhejê de alîkariya ji bo herêmên erdhejê nehate kirin wendahiya can zêde bû. Berdin 6 saetên destpêkê alîkarî piştî rojek û nîvan gihişt herêmê.”   ENDEZYAR Û AVAHÎSAZ DERVE HATIN HIŞTIN   Koramaz, bi bîr xist ku diviyabû saziyên cemaweriyê û odeyên pîşeyî bi hev re dest pê kiribûna lê bi teklîfa “kome qanûn” a di sala tîrmeha 2013’an de ji Meclisê hate derbaskirin de endezyar û avahîsaz ji pêvajoyê derve hatin hiştin û got: “Ji ber vê yekê ji tabloya derket holê tu berpirsyartiya TMMOB’ê nîne. Hemû berpirsyartî ya desthilatê ye.”    MA / Bêrîvan Kûtlû