'Divê ji bo avakirina ji nû ve em xwe bi rêxistin bikin’ 2023-02-19 11:36:59   ÎZMÎR - Siyasetmedarên li Îzmîrê diyar kirin ku zemînek rewa ya îktidarê nemaye û divê ew xwe ji bo avakirina nû ya herêmên erdhejê bi rêxistin bikin.    Du erdhejên ku navenda wê navçeyên Bazarcix û Elibstan ên Mereşê bûn çêbûn. Heta niha li gorî daneyên fermî ji 40 hezarî zêdetir kes canê xwe ji dest da û bi deh hezaran welatî birîndar bûn. Siyasetmedarên li Îzmîrê balê kişandin ser herêmên erdhejê û destnîşan kirin ku îktîdara ku rê li ber xemsariyê vekir tu rewabûnê wê nemaey û îktidara AKP-MHP’ê di bin kavilan de maye.   'DEWLETÊ TOP AVÊT’    Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Îzmîrê Çinar Altan diyar kir ku ev afeta xwezayî veguheriye qetlîamê û berpirsiyarê vê jî rêveberê vê pergala kapîtalîst îktidara AKP-MHP’ê ye û got: “Tabloya erdhejê dide nîşandan ku dewletê top avêtiye. Îktidara AKP-MHP’ê mudaxileyî erdhejê nekir. Dewletê alîkariya xelkê nekir. Ji bo alîgirên xwe tevgeriya. Ev jî cihêkarî û tundiya li dijî civakê ye. Ev carek din xwe nîşan da. Di pêvajoyek ku dewlet xetimî gel bi awayek kolektîf, komuna tevgeriya û hevgirtinekê pêk anî.”    'DIVÊ EM JI BO AVAKIRINA NÛ VE XWE BIRÊXISTIN BIKIN’    Seroka Rêxistina Partiya Kedê (EMEP) a Îzmîrê Emîne Ûyar jî diyar kir ku li gel dihat zanîn dê erdhej çêbibe jî tu tevdîr nehatin girtin û erdhej veguherî qetlîamê. Ûyar anî ziman ku îktidar ketiye pey rant û berjwendiyên xwe û got divê ew li herêmên erdhejê ji bo avakirinek ji nû ve xwe bi rêxistin bikin.    'GELAN HEVGIRTINÊ HÛNAND’    Endama Meclisa Partiyê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Dîdar Gul jî destnîşan kir ku îktidara AKP-MHP’ê di bin kavilan de maye û tu zemînek rewabûna îktidarê nemaye. Gul anî ziman ku gelê şoreşger, çepgir û welatpêr mudaxileyî pêvajoyê kiriye û hevgirtinek berfireh çêkirine û wiha got: “Tişta ku dewletê nikaribû bike me hilda ser milê xwe û pêk anî. Dewletê wek her demê kare xwe kir. Xelkê neparast, terkî mirinê kir û qeyûm tayîn kir. Lê gelan hevgirtinê hûnand û avakirina jiyana nû dewam dike.”    MA/Delal Akyuz