Xebatên Meclisê heta 28’ê sibatê hatin rawestandin 2023-02-19 13:10:12   ENQERE - Navbera ku piştî erdhejê ji bo xebatên Meclisê hatibû dayîn heta 28’ê sibatê hate dirêjkirin.    Serokwekîlê Komar AKP’ê Mûstafa Elîtaş ragihand ku heta 28’ê sibatê navber dane xebatên Meclisê. Elîtaş, daxuyand ku navbera piştî erdhejê hatibû dayîn hatiye dirêjkirin û wiha got: “Ji ber ku piraniya parlamenterên me li herêma erdhejê ne, bi mutabakata partiyên me yên siyasî biryar hate dayîn ku xebatên Meclistê heta 28’ê sibata 2023’yan hatin rawestandin.”