Li Semsûrê li goristanekê tenê 7 hezar û 500 cenaze hatine definkirin 2023-02-19 18:52:53   SEMSÛR - Li Semsûrê ku hê jî hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane tam nayê zanîn, heya niha li goristanekê tenê 7 hezar û 500 welatî hatine definkirin.    Ji bajarên ku bandoreke mezin ji erdhejên Mereşê girtin, yek jê jî Semsûr e ku nifûsa wê 624 hezar e. Li Semsûrê di erdhejê de hezar û 485 avahî bi temamî hilweşiyan û 4 hezar û 85 avahî jî pir xesar dîtine. Li gorî daneyên ne fermî, 11 hezar welatî jiyana xwe ji dest dane û bi deh hezaran welatî jî birîndar bûne.    LI GORISTANEKÊ TENÊ 7 HEZAR Û 500 CENAZE   Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi piranî li goristanên Yenî û Kayapinarê yên li navenda bajêr hatine definkirin. Bi taybetî di rojên ewil de gelek cenaze bêyî bên tomarkirin li gundan hatin definkirin. Ji ber ku gelek cenaze bêyî bên tomarkirin hatine definkirin, hejmara miriyan tam nayê tespîtkirin. Cenazeyên li navend abajêr hatine definkirin, bi piranî li Goristana Yeniyê hatine definkirin. Li vê goristanê bi kemçeyan gorên 100 metre dirêj û 2 metre fireh hatin çêkirin û bi sedan cenaze bi hev re li van goran hatin definkirin.    Îro jî hin ceaze li goristanan hatin definkirin. Li gorî agahiyên ji xebatên Karên Diyanetê hatine wergirtin li Goristana Yeniyê 7 hezar û 500 cenaze hatine definkirin.   MA / Omer Akin