Dahata maça Amdspor-Vansporê bexşî mexdûrên erdhejê hat kirin 2023-02-19 19:46:24   AMED - Amedsporê, dahata maça bi Vansporê re, da mexdûrên erdhejê. Maça Amedspor-Vansporê ku ji bo piştevaniyê hat lîstin, 4-2 bi dawî bû.    Amedspor û Vansporê ji bo alîkariya mexdûrên erdhejên Mereşê bikin, "Maça dostaniyê" lîstin. Amedspor, Vansporê 4-2 têk bir. Maç li Stadyuma Bajêr a Ataturkê ya Wanê hat lîstin. Çendî dinya sar bû jî bi hezaran kes çûn li stadyumê maçê temaşe kirin. Di maçê de dowîzên li ser plakayên bajarên ku bandor ji erdhejê girtine nivîsandî hatin hilgirtin.    Amedpsor, Vansporê 4-2 têk bir.   Dahata maçê dê li mexdûrên erdhejê bê belavkirin.