Tenduristkara dilxwaz: Nexweşîn belav bû, zarok ji ber gelek jinan çûn 2023-02-19 21:21:21   DÎLOK - Tenduristkar Zeynep Hazal Kaya diyar kir ku ji ber ku piştî erdhejê cenaze li derve bûne nexweşîn ji wan çêbûye û got: "Şewb belav bûye û gelek jinên ducanî jî zarokên wan ji ber wan çûne."    Li navendeke tenduristiyê ya li Taxa Altiozuyê ya navçeya Islahiye ya Dîlokê, 2 bijîşk û hemşîreyek dest ji navenda tenduristiyê berdan. Bijîşkek û hemşîreyek tenê li navenda tenduristiyê maye û ew jî bi bijîşkên ku ji Cizîra Şirnexê hatine bi tenduristiya şêniyên taxê re eleqedar dibin. Ji kedkarên tenduristiyê Zeynep Hazal Kaya jî ji roja ewil a erdhejê li navenda tenduristiyê ya Altinozuyê dixebite. Kaya ku teknîkera dermanfiroşiyê ye û di heman demê de xwendekara beşa Xizmetên Tenduristiyê ye, anî ziman ku rojên ewil bi dermanên ku ji gel werdigirtin xizmet kirine û piştî ku saziyên tenduristiyê yên dilxwaz derman ji wan re şandine, karê xwe domandine. Kayayê da zanîn ku dermanên ku saziyên tenduristiyê şandine ji aliyê bijîşkê navenda tenduristiyê ve serobero hatine belavkirin.    Kayayê diyar kir ku bi hewldanên xwe derman gihandine gelê herêmê û got: "Bijîşkê navenda tenduristiyê ew dermanên ku me bi zor û heft bela berhev kiribûn, hem awisa serobero belav dikirin. Bi taybetî jî antîbiyotîkan. Ji ber ku cenazeyên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane demeke dirêj li derve man, nexweşîn ji wan çêbûn. Nexweşîn belav bû. Gelek jinên ducanî zarokên wan ji ber wan çûn. Me tablet bi tablet derman belav dikirin, lê bijîşk bi pakêtan belav dikir. Ji ber vê derman têr nekirin. Piştî ku derman têr nekirin, rewş xirab bû. Sedema ku zarok ji ber gelek jinan çû jî, kêmbûna dermanan bû."    ‘BIJÎŞK EM QEWIRANDIN'   Kayayê anî ziman ku dermanfiroşa li kêleka navenda tenduristiyê, roja ewil a erdhejê derman li TIR'ekî bar kirine û ew birine û got ku dermanên ku bi zor û heft bela peyda kirine jî di demeke kurt de ji aliyê bijîşk ve hatine belavkirin. Kayayê da zanîn ku di deftera tomarkirinê de nehatiye diyarkirin ku derman li ku ne û got: "Bijîşk bi ser me de hat û em qewirandin. Ji ber vê helwesta bijîşk me piraniya dermanên ku ber hev kirin dan dermanfiroşa li Nexweşxaneya Dewletê ya Islahiyeyê û me qismek jî ji bo gel li vir hişt."   ‘EM Ê JI BO GELÊ XWE BIXEBITIN'   Kayayê da zanîn ku bijîşkên berpirs roja ewil a erdhejê nehatine herêmê û got: "Roja hatin jî li nexweşan mêze nekirin. Ji xeynî hevalên me yên ji Cizîrê hatin, kes tune bû. Me jî bi qasî ku zanibû mudaxileyî nexweş kir."    Kayayê destnîşan kir ku ew ê ji bo gelê xwe bixebitin.   MA / Berîvan Kûtlû