ROJEVA 20'Ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-20 09:00:10   * Serokê Egîtîm Sen a Şaxa Wanê Mûrat Atabay bertek nîşanî biryara desthilatê ya ji bo perwerdehiya online da û got ku desthilat bi vê dixwaze pêşî li ber bertekan bigire.    * Li Êlihê zarok qumbereyên xwe û extiyar û astengdar jî meaşên xwe bexşî mexdûrên erdhejê dikin. Ji bajêr heya niha 42 TIR amûr ji herêma erdhejê re hatine şandin û ji bo 3 hezar mexdûrên erdhejê jî cih hatiye peydekirin.    * Li Amed û bajarên derdorê xwediyên kafeyan ku ji roja ewil a erdhejê ve di nava piştevaniyê de ne, diyar kirin ku ev divêtiyeke civaka rêxistinkirî ye û gotin: "Divê em mirovên xwe li konebajaran ji însafa hin kesan re nehêlin."    * Erdheja Mereşê du hefte li pey xwe hişt. Di erdhejê Hatay hilweşiya, çand û dewlet di bin kavilan de ma û rêxistinên civaka sivîl ên bi hawara gel çûyîn, ji bo pêşerojê bûn hêvî.   * Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu diyar kir ku gel ji roja ewil ve ji bo mexdûrên erdhejê seferber bûye û got: "Me ji bertek û hêrsa gel fêm kir ku dewlet û desthilat di bin wan kavilan de man."    * Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurd Eyup Subaşi têkildarî girîngiya zimanê dayikê wiha got: “Em xwedî li zimanê xwe derkevin kes nikare me tune bihesibîne. Ji ber vê yekê divê em xurttir bikin û veguhêzin cihê pêwîst.”   * Xebatên lêgerîn û xelaskirinê û rakirina kavilên avahiyên li Dîlok, Semsûr, Mereş, Hatay, Meletî û Amedê ku di du erdhejên bi dijwariya 7.7 û 7.6 li Mereşê çêbûn de hilweşiyabûn, dewam dikin.   * Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran wê têkildarî pirsgirêkên ku jin li herêmên erdhejê dijîn li avahiya partiya xwe ya navçeya Peyasa Amedê civîneke çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Egîtîm Sen ji bo ku serdema duyemîn a sala perwerde û hîndekariyê ya 2022 û 2023’yê û geşedanên di pêvajoyê de qewimîne binirxîne wê li avahiya navenda giştî civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê wê di meha 91’emîn a Komkujiya Pirsûsê de bi daxwaza “Ji be Pirsûsê edalet ji bo herkesê edalet” li Kadikoyê daxuyaniyê bide. (18.00)