60 cenaze hatin taxê û bi rojan piştre kon dan şêniyan 2023-02-20 10:10:42   MEREŞ - Di encama erdhejê de li Taxa Îçmeler a Elbistanê rê qelişîn û li gel hotêlan, gelek avahiyên taxê hilweşiyan. 60 cenaze hatin taxê û bi rojan piştre kon ji bo şêniyan hatin şandin.    Di encama erdhejên bi pileyên 7,7 û 7,6 ên Bazar û Elbistan ên Mereşê de bi hezaran avahî hilweşiyan û bi dehhezaran welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Li Taxa Îçmeler a Elbistanê jî ji ber erdhejê rê qelişîn, hotêl jî di nav de gelek avahî hilweşiyan. Heta niha 60 cenaze hatine taxê û bi rojan piştre jî kon hatin şandin. Kavilên li taxê hêjta nehatine rakirin û gelemperiya welatiyan di avahiyên xwe yên bixesar de dimînin. Di roja ewil a erdhejê de 3 welatî di bin kavilan de mabûn û ev kes ji hêla şêniyên taxê ve hatin rizgarkirin. Her wiha 15 hotêlên havînê jî hilweşiyan. Ji bo hotêlên nehilweşiyayî jî biryara hilweşandinê hate dayîn. Xebatên tespîtkirina xesarê yên li taxê îro hatin destpêkirin.    ‘EM Ê XAKA XWE NETERIKÎNIN’   Demekî kin piştî erdhejê kesên dilxwaz alîkarî gihandin taxê lê saziyên dewletê heta niha jî seriyek li taxê nedaye. Malbata Demîr ku xesareke mezin gihiştiye avahiya wan û di bin konê li baxçeyê mala xwe de vedayî de dimîne, diyar kir ku li gel ku bi ser erdhejê re demekî dirêj derbas bûye jî mexdûriyetên wan hêj berdewam in. Malbatê destnîşan kir ku çi dibe bila bibe dê xaka xwe neterikînin. Ji endamên malbatê Zohre Demîr wiha got: “Çi dibe bila bibe em ê xaka xwe neterikînin. Bêguman pêdiviyên me çêdibin lê em ê li dijî vê jî li ber xwe bidin.”    ALÎKARÎ BI ROJAN PIŞTRE HAT   Alî Demîr jî got ku dê dev ji bajarê xwe bernedin û ev tişt anî ziman: “Em malbateke elewî ne û dê vê derê neterikînin. Ev jî şerek e. Ma em ê bi ku de birevin? Ya herî baş ew e ku em li bajarê xwe bijîn. Bi rojan piştre me karî di nava konê de serê xwe bişon. Hikûmet neheqiyê li me dike. Gundên me hêj niha jî di nava kurê de ne. Em di 4 rojên ewil ên erdhejê de di nava bagerê de man. Tu alîkarî negihandin me. Hemû tiştên xwe me li gorî derfetên xwe çêkirin. Me bi xwe ava xwe çêkir. Piştî erdhejê me xwe spart cemxaneyê. Em sê şevan li wê derê man. Em heta demekî dirêj li benda dayîna konan man.”    Welatiyên din ên taxê jî heman pirsgirêk anîn ziman û xwestin ku cihekê mayînde yê mayînê ji wan re bê peydakirin.    MA / Adnan Bîlen - Yusra Batihan