Veguhêzkarên ‘wezaretê’: Bihayê veguhestina malê 20 hezar lîre ye 2023-02-20 10:12:35   DÎLOK - Veguhêzkarên tê gotin ku ji wezaretê destûr girtine, ji welatiyên navçeya Nûrdagiyê ku ji sedî 80’ê wê hilweşiyaye, ji bo veguhestina malan 20 hezar lîre pereyan dixwazin.    Yek ji herêmên herî zêde ji erdheja Mereşê bibandor bûyî jî navçeya Nûrdagi ya Dîlokê ye. Zêdetirî ji sedî 80’î avahiyên navçeyê hilweşiyan û yên din jî xesareke mezin gihiştê. Navçe mîna bajarekê bi temamî wêran xuya dike û hema hema jiyan li navçeyê nema ye.    TEVAHIYA NAVÇEYÊ TÊ HILWEŞANDIN   Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn weke “Waliyê koordînator” li navçeyê hate tayînkirin. Walî Bîlgîn da zanîn ku dê tevahiya navçeyê were hilweşandin û piştî vê daxuyaniyê jî êdî şêniyên navçeyê dest bi terka warê xwe kirin. Şêniyên din ên navçeyê jî ketine nava fikara derxistina alavên xwe yên di avahiyan de. Bi ser erdhejê re 14 roj derbas bûn lê hêj jî gelemperiya kavilên navçeyê mîna roja ewil li şûna xwe disekinin. Li navçeyê, wesayîtên veguhestinê yên biasansor balê dikişînin.    VEGUHÊZKARÊN BI DESTÛRA WEZARETÊ HATIN NAVÇEYÊ!   Li navçeyê li pey hev erdhejok çêdibin û hema hema di her kolanên navçeyê de wesayîtên veguhestinê yên biasansor bala mirov dikişînin. Tevî xetereya hilweşînê jî tiştan ji malan derdixînin û bar dikin. Dema em xetereya karê dikin bi bîra wan tînin, veguhêzkar dibêjin ku belgeya erêkirinê ji Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê wergirtine û bi vî awayî karê xwe dikin.    HETA 20 HEZARAN JÎ TÊ XWESTIN   Wesayîtên veguhestinê yên li pêşiya îstasyona sotemeniyê ya “Go Petrolê” hatine sekinandin. Veguhêzkar dibêjin ku ji malan bi 6 hezar lîreyan eşyayan derdixînin û li gorî xesar û bilindahiya avahî, ev fiyet heta 20 hezar lîreyan jî diçe. Hat zanîn ku temamiya 20 hezar lîreyan ji hêla mexdûrên erdhejê ve tê pêşwazîkirin. Veguhêzkaran jî destnîşankirin ku ev biha tenê di nava sînorên Dîlokê de derbasdar e.   MA / Îbrahîm Irmak