Mexdûrên erdhejê li pêşiya şaxên Bankaya Zîraatê ketin dorê 2023-02-20 10:53:48   AMED - Mexdûrên erdhejê yên ku AFAD’ê di çarçoveya alîkariya lezgîn de li hesabên wan 10 heza lîre razandin, li pêşiya şaxên Bankaya Zîraatê ketin dorê.    Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) di çarçoveya alîkariya lezgîn de li hesabên mexdûrên erdhejê 10 hezar TL pere razandin. Mexdûrên erdhejê jî ji bo wergirtina pereyê xwe li pêşiya şaxên Bankaya Zîraatê ketin dorê.    Ji bo her mala ku tespîta xesarê lê hatiye kirin, 10 hezar lîre pere hatin şandin. Rêza welatiyan a li pêşiya şaxa Bankaya Zîraatê ya ser Cadeya Gevrana Semta Ofîsê ya Bajarê Nû ya Amedê bi qasî kîlometereyekê dirêj bû.    Ji bo wergirtina pereyê alîkariyê, hewce nake ku mexdûrên erdhejê serlêdanekê bikin an jî hesaba wan a bankayê hebe. Her welatiyê ku li ser e-devletê ji bo avahiya wan tespîta xesarê hatiye kirin, dikarin vê alîkariyê ji Bankaya Zîraatê bigirin.