Gorên kesên li Amedê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane tên çêkirin 2023-02-20 13:43:50   AMED - Gorên kesên li Amedê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane ji ailyê malbatên wan ve tên çêkirin û xemilandin.   Di 6’ê Sibatê de li navçeyên Bazarcix û Elbîstan a Mereşê de du erdhej çêbûn û bandoreke hilweşîner li ser 11 bajaran kir. Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane 40 hezarî derbas kir. Li bajarê Mereş û Hatayê tê texmîn kirin ku bi 10 hezaran kes di bin kavilan de ne. Ji ber vê yekê her ku diçe hêjmara welatiyên  jiyana xwe dest didin zêdetir dibe. Amed jî yek ji wan bajarên ku ji erdhejê bi bandor bûye.    Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê aşkere kir ku di kavilên 7 avahiyan de 409 kesan jiyana xwe ji dest dane û 902 kes jî birîndar bûne. Cenazeyên hin kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Goristana Yenîkoy ya li navçeya Rezana Amedê hatin veşartin.    Welatiyên ku di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane ji heman malbatê 2, 4, 5, 6 û 8 kes jî hebûn. Cenazeyên wan kesan li kêleka hev hatin veşartin. Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane gorên xizmên xwe bi xîz, çîmento û keviran çêdikin. Navên kesên li goristanê hatine veşartin li ser li kêla gorên wan hatin nivîsandin. Malbatan formayên tîmên ku xizmên wan jê hez dikir û laçik danîbûn ser gorên wan û kûlîlk çandibûn.    Damezrînera Komeleya Jinên Welatparêz û Seroka Komîsyona Jinan a HADEP’ê Melîke Alp jî di bin xirbeyê Diyar Galeriayê de jiyana xwe ji dest dabû. Kêla gora Melîke Alp'ê jî bi laçika mor hatibû girêdan.