Şaredariya Silopiyayê li Narliyê jî aşxane ava kir 2023-02-20 13:53:23   MEREŞ - Şarederiya Silopiyayê ya HDP’î li bajaroka Narliyê aşxane ava kir. Li aşxaneyê ji 3 hezar kesan re 2 dan xwarin tê dayîn.    Şaredariya Silopiyayê ya HDP’î piştî navçeya Bazarcixê li bajaroka Narliyê jî aşxane ava kir. Aşxaneya li herêmê xizmetê dide 3 hezar kesan 2 dan xwarinê dide welatiyan. Personelên Şaredariya Silopiyayê û 7 dilxwaz jî xizmetê didin mexdûrên erdhejê.    Yek ji hosteyên ji aliyê şaredariyê ve hatiye peywîrdar kiin Denîz Aytaç, anî ziman ku qasî ku hêza wan têra bike xizmetê didin kesên ji ber erdhejê mexdûr bûne. Aytaç ê diyar kir ku girîngiya şaredariyên HDP’ê derket holê, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a şaredariyan da û wiha got: “Heke qeyûm tayînî şaredariyan nehatibûya kirin ji roja ewil maşîneyên kar û personelên şaredariyê wê sewqî herêmên erdhejê hatibûna kirin. Wê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bilezbûna û evqas mirovan jî jiyana xwe ji dest nedida.”