Li ser kavilan bertek nîşanî A Haberê dan: Çima bi jiyana mirovan dilîzin? 2023-02-20 16:37:49   SEMSÛR - Taner Dagtekîn ê kargeha wî li navçeya Sergolanê xera bû bi gotina “Çima bi jiyana mirovan dilîzin?” bertek nîşanî nûçeya A Haberê ya “Li Semsûrê jiyan êdî asayî ye” da.    Ji ber erdhejên li navçeyên Bazarcix û Elbistanê yên Mereşê çêbûn navçeya Sergolan a Semsûrê jî bi bandor bû û xesareke mezin dît. Li bajarê ku 50 kîlometreyan dûrî navenda erdhejê navçeya Bazarcixê ye, ji ber erdhejê di hemû rêyan de qeliştekên kûr çêbûn.    Qeliştekê di rêyan de çêbûn bûn sedemê li mal û avahiyan de xesarên mezin çêbibin. Li bajêr bi sedan avahî ser û bin bûn û avahiyên mayî jî xesareke giran dîtin. Gelek ji şêniyên bajêr ji ber cihekî ku lê bimînin nebû koçî cem xizmên xwe yên bajarên cuda kirin. Hin ji wan jî li konên ku ji aliyê AFAD’ê ve hatin danîn bi cih bûn.    DI NAV KAVILAN DE BÎRANÎNÊN XWE DIGERIN   Di roja 15’an a erdhejê de li bajêr dest bi hilweşîna avahiyên ku xesareke giran dîtine hatin kirin. 6 tîmên hilweşînê bi taybetî avahiyên ku li cade û kolanan bixeter in hildiweşînin. Hilweşîn di gelek noxteyên bajêr de dibe sedemê tozeke zêde. Li herêmên hilweşînê ku mirov bi zehmetî bêhnê digire, malbat hewl didin tiştên xwe yên mayî xelas bikin.    ZIRARA WÊ 10 MILYON IN    Mamosteyê teqawît Taner Dagtekîn ê li ser kavilê kargeha ji aliyê makîneyên înşaetê ve hat xerakirin em rast hatin anî ziman ku li qata herî jêr a navenda kar firoşgeheke kirtasiye û pêlîstokan hebû. Dagtekîn, da zanîn ku nêzî 10 milyon lîre zerara wî heye û got: “Min tenê karî qaseya kompîtûrê xelas bikim. Danehev a 10 salan çû. Xwedê em xelaskirin. Em li vir ne li pey mal in. Em ji bo mirovan tenê nehêlin û hin tiştan bînin li vir in.”   BERTEK NÎŞANÎ A HABERÊ DA   Dagtekîn got ku “mirov di nav pirsgirêkan de ne” û bertek nîşanî nûçeya A Habera alîgira hikumetê ya “Li Semsûrê jiyan êdî asayî ye” da. Dagtekîn bal kişand ser nûçeya ku A Haberê ji navçeya Kahtayê servîs kir û wiha berdewam kir: “Ev yek xapandina mirovan e. Çima bi jiyana mirovan dilîzin. Şûna ku xizmet were wê bi van nûçeyan xizmet neyê. Çima van nûçeyan çêdikin. Ev zilm e li mirovan tê kirin. Divê neyê kirin.”   LI BÎRANÎNÊN XWE DIGERIN    Dayikeke ku li ser kavilê xaniyê xwe yê xerabûyî cilên zarokên xwe digeriyan jî bi gotina “Tu tişt nema” xemginiya xwe anî ziman. Dayikê anî ziman ku hemû tiştên wan çûne û bi lêv kir ku tenê li bîranînên xwe digerin.    MA / Azad Altay-Abdurrahman Gok