Li girtîgeha bixesar ji bo sewqê heqê rê hate xwestin 2023-02-20 16:54:39   AMED - Hate diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Islahiyeyê ku di erdhejan de xesareke giran dît, ji girtiyên ku daxwaza sewqê kirine heqê rê hatiye xwestin.    Li Girtîgeha Tîpa T a Islahiyeyê ya Dîlokê ku di erdhejê de xesareke giran dît, ji girtiyên ku daxwaza sewqê kirine heqê rê xwestin. Girtî Dilbarî Karaagaç ku fikarên xwe yên ewlehiyê bi hevjîna xwe Behiye Karaagaç re parvekirin anî ziman ku pêdiviyên wan ên weke av û kantînê yên bingehîn nayên pêşwazîkirin û wiha gotin: “Di rojê de 4 petên avê didin. Bi rojane nikarin serê xwe bişon. Em nexweş dibin ne bijîşk ne jî derman heye.” Hevjîna Karaagaç, Behiye Karaagaç jî wiha got: “Girtîgeh li ser xeta fayê ye. Ji xwe ji ber erdhejê dîwarên girtîgehê qelişîne. Ji ber erdhejokên her roj çêdibin psîkolojiya girtiyên wir xerabûye.”