Akşenerê xwest mexdûrên erdhejê yên li Kurdistanê ber bi Stenbolê ve bên koçandin 2023-02-20 18:13:07   AMED- Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ'yê Meral Akşener, xwest 100 hezar mexdûrên erdhejê yên li Kurdistanê li Stenbola ku bi xetereya erdhejê re rû bi rû ye bên bicihkirin.    Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ'yê Meraş Akşener ku serdana Amedê kir, li ber kavilên Dîyar Galerîayê daxuyanî da. Akşenerê ku bal kişand ser mezinbûna erdhejê, serdana zarok û mexdûrên erdhejê yên di konan de kir.    Akşenerê anî ziman ku ew dixwazin xebatên tespîtkirina avahiyan rast bên kirin û li wargehên xwendekaran bicihkirina mexdûrên erdhejê rexne kir. Akşenerê destnîşan kir ku ev "li dijî mahremiyeta malbatê" ye û xwest demildest dest ji vê biryarê bê berdan. Akşenerê pêşniyaz kir ku mexdûrên erdhejê yên li Kurdistanê li Stenbolê ku bi xetereya erdheje mezin re rû bi rû ye, bên bicihkirin û got: "Li Stenbolê Navenda Fînansê heye. Ev der vala ye. 100 hezar mirov bi rihetî dikarin li wir bimînin. Demildest divê ev der bê valakirin û ji bo xwişk û birayên me yên mexdûrên erdhejê bê amadekirin. Cardin dibêjim, ev nikarin li wargehan bimînin. Nabe, ne li gor mahremiyeta malbatê ye."