Li Sûriyeyê gelek kes ji ber erdhejê birîndar bûn 2023-02-20 22:37:41   NAVENDA NÛÇEYAN – Parastina Sivîl a Sûriyeyê daxuyand ku erdheja Hatayê li Sûriyeyê jî hatiye hîskirin û gelek birîndar hene.    Erdhejên bi pileya 6,4 û 5,8'an ên li navçeya Samandagi û Defne yên Hatayê çêbûn, li bajarên Îdlib, Heleb, Hama, Efrîn, Ezaz, Cerablûs, el-Bab û Tel Ebyadê yên Sûriyeyê jî hat hîskirin.   Li gor daxuyaniya Parastina Sivîl a Sûriyeyê, li Sûriyeyê hin kes ji ber erdhejê birîndar bûne. Li bajaroka Cinderesê ya Efrînê jî 2 avahî û minareyeke ku berê xesar dîtibûn hilweşiyan û li Heleb û Îdlibê jî hin avahî xesar dîtine.    Hat ragihandin ku birîndar tên dermankirin û xebatên ji bo tespîtkirina xesarê didomin.