Nûçegihanên me ji Hatayê radigihînin 2023-02-20 22:50:27   HATAY - Nûçegihanên me ji navenda erdhejê Hatayê ragihandin ku heya niha 28 îxbar ji AFAD'ê re hatine û 8 kes birîndar bûne û derz li derdora Çemê Asiyê ketine.    Îro saet di 20.05'an de bi pileya 6,4 û 5.8'an li navçeya Samandagi û navçeya Defneyê yên Hatayê du erdhej çêbûn. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) ji navenda erdhejê Defneyê geşedanên dawî radigihînin.    DERZ LI DERDORA ÇEMÊ ASIYÊ KETINE   Hat dîtin ku piştî erdhejê derz li derdora Çemê Asiyê ketine. Her wiha hat ragihandin ku li gundê Minnetê gelekî avahî hilweşiyane û tê texmînkirin ku mirov di bin kavilan de mane. Ji ber erdhejê hin otoban rûxiyane û hin pir jî hilweşiyane.    Li gor agahiyên bi dest ketine; li Samandag, Defne û Antakyayê gelek avahî hilweşiyane. Her wiha li Defneyê ji ber parçeyên betnonê yên di dema erdhejê de ji avahiyên xesardîtî ketine gelek kes birîndar bûne. Li gor tespîtên ewil heya niha 7 kes birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyên sahrayê.    Li gor agahiyên bi dest ketine, heya niha ji AFAD'ê re îxbara ku 28 avahî hilweşiyane û 8 kes birîndra bûne hatiye.    MA / Mujdat Can - Hamdûllah Yagiz Kesen