Li Antakyayê cenazeyê kesekî ji bin kavilan hat derxistin 2023-02-20 23:27:25   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Antakyayê 3 kesên bi birîndarî ji bin kavilên 2 avahiyan hatin derxistin, sewqî nexweşxaneyê hatin kirin.   Piştî erdhejên Hatayê ku li ser hev du çêbûn li Taxa Gazî û Taxa Kuçukdalyanê yên navçeya navendî Antakyayê 2 avahî hilweşiyan.    Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên li herêmê sewqî van navnîşana hatin kirin. Li Taxa Gaziyê ji bin kavilên avahiyekê kesek bi saxî hat derxistin û sewqî nexweşxaneyê hat kirin. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo sê kesên di hin heman kavilan de dixebitin.   Her wiha li Taxa Kuçukdalyanê jî ji bin kavilên avahiyekê 2 kes atin derxistin û sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. Hat diyarkirin ku ji bin kavilên heman avahiyê ceazeyê kesekî hatiye derxistin û hat gotin ku wekî din tu kes di bin kavilên avahiyê de nemaye.