ROJEVA 21'Ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-21 09:00:08   * Xebatên lêgerîn û xelaskirinê û rakirina kavilên avahiyên li Dîlok, Semsûr, Mereş, Hatay, Meletî û Amedê ku di du erdhejên bi dijwariya 7.7 û 7.6 li Mereşê çêbûn de hilweşiyabûn, dewam dikin.   * Endezyarê Jeolojiyê Eyûp Ceyhan diyar kir ku rast bi cih ne anîna mekanîzmaya kontrolê ya li ser xetên fayê û efûya îmarê kir ku bîlançoya erdhejê girantir bibe.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 701’emîn de berdewam bike.    * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê wê têkildarî pêvajoya erdhejê û konbajarê nû hate avakirin li Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Hejmara 1’an daxuyaniyê bide. (12.30)   * Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar wê di komcivîna partiya xwe ya li Meclisê de biaxive. (12.45)   * Komeleya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) wê têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li avahiya komeleya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14.00)   * Ekolojîst Huseyîn Çaglar diyar kir ku li ber robaran valakirina kavilên herêma erdhejê dê bibe cihê xetereyeke mezin û got: "Li gel pirsgirêk û mexdûriyetên ji ber erdhejê çêbûne, dê qirkirineke mezin a xwezayê jî rû bide."   * Endamên TTB’ê û SES’ê di konên ku li Hatayê vedane de xizmeta tenduristiyê didin mexdûrên erdhejê. Tenduristvan Hatîce Yayla diyar kir ku divê pêdiviyên welatiyan ên weke tuwalet, serşûştin û ava paqij bên pêşwazîkirin.