'Divê pêdiviya mexdûrê erdhejê ya tuwalet, ava paqij û serşûştinê bê pêşwazîkirin' 2023-02-21 09:57:29   HATAY - Endamên TTB’ê û SES’ê di konên ku li Hatayê vedane de xizmeta tenduristiyê didin mexdûrên erdhejê. Tenduristvan Hatîce Yayla diyar kir ku divê pêdiviyên welatiyan ên weke tuwalet, serşûştin û ava paqij bên pêşwazîkirin.    Li Hataya ku ji erdhejên Mereşê zêde bi bandor bû duh ji erdhejên bi pileyên 6,4 û 5,8 li navçeyên Samandag û Defneyê çêbûn jî bi bandor bû. 6 kesên ku di bin kavilên hin avahiyan de man jiyana xwe ji dest dan.    Li navçeyên Defne, Antakya, Kirikhan, Samandag ên di erdheja ewil de gelek avahî lê hilweşiyan pirsgirêka av û ceyranê berdewam dike. Endamên Odeyên Bijîşkan û Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Cemaweriyê û Tenduristiyê (SES) yên ji Stenbol û bajarên cuda hatine li Parka Sevgî ya navenda bajêr konên tenduristiyê vedan.    Tîmên tenduristiyê yên mobîl li gundên hatine diyarkirin xizmeta tenduristiyê dikin û ji bo jinên tên bajêr revîreke taybet, ji bo pirsgirêkên tenduristiyê yên giştî jî eczane û revîrek taybet vekirin. Endama SES’ê Hatîce Yayla ku ji Stenbolê ji bo xizmeta tenduristiyê hat têkildarî rewşa niha û şewbeyeke gengaz axivî.    KÊMASIYA TUWALET Û SERŞÛŞTINÊ    Sekretera Jinan a Şaxa SES’ê ya Anadolûyê Yayla da zanîn ku tîmên mobîl ên ji bijîşk û hemşîreyan pêk tên li herêmê digerin û çavdêriyan dikin hene. Yayla, bi lêv kir ku mexdûrên erdhejê yên ji malên xwe çûne gundan pirsgirêka paqijiyê dijîn, mirov li paqijiyê ne baldar in û anî ziman ku li herêmê kêmasiya binesazî, tuwalet û serşûştinê heye. Yayla diyar kir ku li bajêr gelek weqayên gurîbûnê nînin û da zanîn ku ji ber ser neşûştinê sipih ketinê. Yayla, da zanîn ku li qismekî mexdûrên erdhejê weqayên gastroenterîtê tên dîtin.     ‘DIVÊ BINESAZÎ BÊ TEMAMKIRIN’   Yayla, bi lêv kir ku bi tîman diçin herêmên erdhejê lê têr nakin û wiha berdewam kir: “Em li cihên ku diçinê hewl didin mûayeneyên welatiyan bikin. Em hin kîtên paqijiyê belav dikin lê dizanin ku divê ev jî hinekê bi sererast be. Divê bi vê wateyê jî binesazî bê temamkirin. Li herêmên erdhejê tuwalet gelek kêm in divê li hin cihan tuwalet û cihê serşûştinê bên bicihkirin. Divê ev mirov êdî bi awayekî bi rêk û pêk serê xwe bişon ku li paqijiya xwe baldar bin.”   LI KONBAJARAN PIRSGIRÊKA ÇOPÎ   Yayla, diyar kir ku li konbajaran pirsgirêka çopî ya cidî heye, ev pirsgirêk dibe sedemê nexweşiyê û wiha got: “Têkildarî xwe gihandina ava paqij pirsgirêkên cidî hene. Em dizanin li hin gundan av tê lê hewl tê dayîn ka ava bîran bikartînin an na. An jî ev ava ku bikartînin çiqas paqij e. Tiştekî din tev li wê avê bûye? Divê ew bên kontrol kirin û temamkirin. Divê êdî di mijara xwe gihandina ava paqij a mirovan kontrol bên kirin.”   MA / Mujdat Can - Hamdûllah Yagiz Kesen