Gelê kurd ev sed sal in ji bo parastina zimanê xwe li dijî înkarê têdikoşe 2023-02-21 10:17:20   WAN - Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku Komara Tirkiyeyê li ser bingeha yekperestiyê hatiye avakirin û wiha got: “Bi komarê re zext û qedexeyên li ser kurdan û zimanê wan dest pê kirin. Têkoşîna gelê kura a li dijî van zextan, di gelek aliyan de heta roja me jî berdewame.”    Gelê kurd ji roja destpêkirina Komara Tirkiyeyê heta niha, ji bo parastina hebûn û zimanê xwe li dijî zext û qedexeyan têdikoşin. Bi xala 41’emîn a Plana Islehkirina Şerqê ya di 25’ê îlona 1925’an ve zimanê kurdî hate qedexekirin û biryara cezakirina kesên li şaredarî, saziyên dewletê, sûk û kolanan diaxivin bên cezakirin. Di 1’ê mijdara 1928’an de jî bi “Înqilaba tîpan” re zimanên din ên derveyî tirkî rastî sansûrê hatin û bi cezayên pereyan hatin astengkirin. Piştî Darbeya 12’ê Îlona 1980’an, bi Qanûna Hejmar 2932’yan re ji bilî tirkî, tevahiya zimanan hatin qedexekirin. Di encama têkoşînê de ev xala ku zimanên din qedexe dikir, di 25’ê çileya 1991’an de bi qanûna sala 1983’yan hate rakirin.    Qedexeyên di qada cemaweriyê de berdewam dikirin. Di sala 1994’an de Orhan Dogan, Hatîp Dîcle, Leyla Zana, Ahmet Turk, Sirri Sakik, Selîm Sadak û Mahmût Alinak ji Partiya Gelparêz a Sosyal Demokrat (SHP) weke parlamenter hatin hilbijartin û di Meclisê de pirsgirêka kurd kirin rojev. Piştre jî parêzbendiyên wan hatin betalkirin. Ji ber vê mijarê jî hatin bi salan di girtîgehê de man. Di sala 2011’an de li gelek zanîngehên Tirkiyeyê ji bo “perwerdeya bi zimanê dayikê” îmze hatin komkirin. Gelemperiya xwendekarên îmze avêtibûn ji zanîngehê hatin derxistin. Qismekê wan jî hate girtin. Her wiha di sala 2009'an di encama “Operasyona KCK’ê” de bi hezaran kes hatin girtin û girtiyan li dadgehê bi zimanê kurdî axivîn. Dewletê di dadgehê de miameleya “zimanê nayê zanîn” bi kurdî kir. Di sala 2012’an de jî girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakî 68 rojan dom kir û tenê du daxwazên çalakvanan hebûn; yek jê rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ya din jî mafê parastina bi zimanê dayîkê bû. Di 24’ê çileya 2013’an de qanûna bi hejmar 6411 a “Mafê parastina bi zimanê dayikê” êdî kete meriyetê. Bi vê qanûnê re heke girtî pereyê wergêr bide, dikare li dadgehê parastina xwe bi zimanê dayikê bike.    Parêzer Cemal Demîr, têkildarî zîhniyeta 100 salî û têkoşîna li dijî vê zîhniyetê nirxand.    MAFÊ PARASTINA BI ZIMANÊ KURDÎ   Demîr, got ku komarê ji roja ewilî ve yekperestî esas girt û ev tişt anî ziman: “Bi komarê re êrişên li dijî zimanê kurdê dest pê kirin. Wê demê gelek rewşenbîrên kurd li Stenbolê bûn. Piştî serhildana Şêx Seîd, li dijî van rewşenbîran êrişên mezin çêbûn. Gelek jê hatin bidarvekirin. Gelek ji wan jî çûn Sûriyeyê. Mehmet Tevfik Efendî (Bavê Tujo, Haci Ahdi) jî yek ji van bû. Li Amedê parlamenteriya dozê kir û endamê Rêxistina Azadî bû. Bi îdiaya têkiliya wî bi serhildanê re heye hate girtin. Tevî ewqas israra Dadgeha Îstîklalê ya Amedê jî, li gel ku bi tirkî pir baş dizanî jî parastina xwe bi kurdî kir. Dadgehê beriya biryarê, gotina wî ya dawî jê pirsî bû. Wî jî bi kurdî wiha gotibû; ‘Bila her kes baş bizane ku ez ne ji bo mafên xwe yên şexsî lê ji bo mafên neteweya xwe têkoşiyam. Bijî Kurdistan.’ Di 27’ê gulana 1925’an de li gel hevalên xwe li Amedê hate bidarvekirin. Her wiha di navbera salên 1970-1980’an de hinek saziyên kurd di dema darizandinê de parastina xwe bi kurdî kirin. Di salên 1990’î de di darizandinên siyasî yên Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) de, herî dawî di Dadgeha bi Rayeya Taybet ên cemaetê de girtî xwedî li parastina bi kurdî derketin. Her wiha di sala 2011’an de parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di dadgehan de di kurdî israr kirin. Ev rewş heta sala 2013’an ev maf hatiye dayîn jî dom kir.”    NÊZIKATIYA LI DIJÎ KURDÎ BANDORÊ LI BIRYARAN DIKE   Di berdewamê de Demîr bi lêv kir ku zimanê kurdî hêj niha li sazî û dezgehên cemaweriyê bi awayekî fîîlî qedexe ye û wiha bi dawî kir: “Ev zîhniyeta qedexeker û bêtehemûlî ji ewil jî li meclisê heye. Çend gotinên bi kurdî jî weke ‘zimanê nayê zanîn’ tê qeydkirin. Êdî di dadgehan de girtî dikare parastina xwe bi kurdî bike. Beriya qanûnê, dadgehê ji bo parastina bi kurdî digot; ‘helwestekî rêxistinî û siyasî raber kir.’ Yên bi kurdî diaxiviyan nedikariyan ji mafê ‘rewşa baş’ sûd bigirin. Anku sûcekî veşarî yê ne di qanûna cezayê de derxistibûn holê. Bi qanûnê re pir kêm jî be hinek guhertin çêbûn. Hêj niha jî dadgeh bi pêşdarazî nêzî parastinên bi kurdî dibin. Ev yek bandorê li biryaran jî dike.    Li her 4 parçeyan jî kurdî rastî qedexeyan tê. Dixwazin bi rêya zext û qedexeyan kurdî nehêlin kurdî pêş bikeve. Li Tirkiyeyê her tiştê kurdan hatiye înkarkirin û qedexekirin. Ji ewil jî ziman qedexe kirine. Bi saya têkoşîna kurdan qedexeya li ser axaftinê û nivîsê bi dawî bûye. Lê hêj di qada cemaweriyê de ev qedexe didome. Kurd, li dijî van qedexeyan heta niha jî di gelek qadan de têdikoşin. Weke mînak; piştî girtinên sala 2009’an, di dadgehan de parastina bi zimanê dayikê weke helwesteke siyasî hat nîşandan. Dadgeh xitimîn û îktîdar neçar ma ku ‘mafê parastina bi zimanê dayikê’ qebûl bike. Her wiha li dibistanan dersa hilbijarî hate danîn. Lê ji bo neyê tercîhkirin her tişt kirin. Ev yek li dijî xala 90’emîn a Destûra Bingehîn û hiqûqa gerdûnî û ya Ewropayê ye. Mafên bingehîn ên bi milyonan kesan hatine xespkirin. Ev yek, qirkirina çandî ye. Lewma divê kurdî di saziyên dewletê were bikaranîn û bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê.”    MA / Cengîz Ozbasar