Li Hatayê piştî OHAL’ê bêhiqûqî û tundî zêde bû 2023-02-21 10:34:51   HATAY - Mehdî Zana Akkaya yê OHD’î ku bal kişand ser bûyerên tundiyê yên li Hatayê wiha got: “Têkildarî tundiya hêzên ewlehiyê ya li dijî welatiyan serlêdan tên kirin. Divê li dijî van partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî bikevin dewrê.”   Di 6’ê sibatê de navenda wê Mereş du erdhejên dijwar çêbûn. Pişt re Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan Rewşa Awarte (OHAL) îlan kir. Bi îlankirina OHAL’ê re li herêma erdhejê gelek bêhiqûqî û binpêkirinên mafan hatin rojevê. Di pêşengtiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de di 7’ê sibatê de Navenda Koordînasyona Krîzê hate avakirin. Yek ji parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Mêrsînê ku di nav koordînasyonê de cih digire Mehdî Zana Akkaya têkildarî tiştên qewimîn axivî.    SERLÊDANÊN ÎŞKENCEYÊ   Akkaya, da zanîn ku li dijî erdheja hilweşîner desthilatê OHAL îlan kir, bi vê yekê bûyeren tundiyê dest pê kirin û wiha got: “Di heman demê de têkildarî tundiya hêzên ewlehiyê ya li dijî welatiyan serlêdan tên kiriln. Zêdetirî kesên hatine derbkirin û tundî lê hatin kirin malbatên penaber bûn. Ji ber biyanî bûne hêzên ewlehiyê bê sûal û lêpirsîn derp kirine. Di serdegirtina malan a li Altinozuyê de 6 kes hatin binçavkirin, Ahmet Gureşçiyê yek ji van di encama îşkenceya dîtî jiyana xwe ji dest da. Sabrî Gureşçî jî bi awayekî giran birîndar bû li nexweşxaneyê hate dermankirin. Welatiyên biyanî ku îşkence li wan hatiye kirin, serî li me didin û ditirsin navên xwe bêjin hene. Sedemê navê xwe negotinê jî tirsa dersînorkirinê ye.    LEŞKER Û POLÎS   Akkaya da xuyakirin ku pirsgirêkeke din a Hatayê jî polîs û leşkerên bi çekên lûledirêj bi wesayîtên zirxî û sivîl ên bê plaqe li nava kolanan digerin e û got: “Wesayît bêyî gumanê jê bikin tên sekinandin. Dema em diçin navendên din ên koordînasyonê 3-4 caran tên rawestandin. Tiştek nayê gotin. Pêkanînên bi vî rengî hene.”   LI DIJÎ OHALÊ BANG    Akkaya, bal kişand ku divê li dijî tundî û bêhiqûqiyên pêk hatin partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî bikevin meriyetê û ev tişt gotin: “Em di warê mafên mirovan de têkildarî van tiştên ku divê bê kirin dikin. Pêwîste civaka sivîl û partiyên siyasî jî li ser rakirina Rewşa Awarte bixebitin. Ev der herêma afetê ye. Lê hawireke tirsnak heye û divê ji holê bê rakirin.”