Piştî erdhejê li Girtîgeha Îskenderûnê tundiya psîkolojîk zêde bû 2023-02-21 11:15:29   HATAY - Parêzer Mehtap Sert ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê serdana girtiyan kir, wiha got: “Mûameleya mirovane ji girtiyên ku travmaya erdhejê jiyane û têkildarî van piştgiriyekê nagirin, xizmên xwe winda kirine û mafê xatirxwestinê ji destê wan hatiye girtin re pir tê dîtin.”   Endama Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Mehtap Sert piştî erdhejên navenda wan Mereşê serdana girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê tên ragirtin kir. Sert binpêkirinên ku girtî pê re rû bi rû dimînin parve kirin. Sert, da zanîn ku ji bilî pirsgirêkên xwarin û vexwarinê û gerimkirinê girtî pirsgirêka ku bi malbatên xwe re bikevin têkiliyê dijîn.    TUNDIYA PSÎKOLOJÎK ZÊDE BÛ    Sert, anî ziman ku yek ji girtiyan D.K.D. diyar kiriye ku serê mirovî ava vexwarinê didin wan li kantînê ava vexwarinê nîne û roja erdhejê derî nehatine vekirin û da zanîn ku tevî sarmaya zêde li girtîgehê du hefteyan kalorifer nehatine vekirin. Sert, bi lêv kir ku E.Y.O. yê di erdhejê de mal û kargeha wan hilweşiya ye ragihandiye ku ji qawişa 7 kesan re xwarina 2 kesan tê dayîn û wiha got: “Daxwaznameyên ku girtî didin nayên wergirtin. Dozgerê girtîgehê hatiye bi qawişan re hevdîtin kiriye lê bi qawişên siyasî re hevdîtin nekiriye. Piştî erdhejê derî nehatine vekirin û girtiyan hîs kirine ku dê bimirin. Tu piştgiriya psîkolojîk nehatiye dayîn. Ji kantînê tenê dikarin av û cigareyê bikirin. Gardiyan hatine guhertin. Xwarin kêm in. Li girtîgehê tundiya psîkolojîk zêde bûye. Mûameleya mirovane ji girtiyên ku travmaya erdhejê jiyane û têkildarî van piştgiriyekê nagirin, xizmên xwe winda kirine û mafê xatirxwestinê ji destê wan hatiye girtin re pir tê dîtin. Di demekî ku girtî evqas êşê dikişînin de sedemê zêdekirina tundiya psîkolojîk û mehkumkirina birçîtiyê ya girtiyan çiye? Kesên berpirsyarên vê îşkenceyê ya di dema afetê de wê li ber hiqûqê hesab bidin.”   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen