Di erdhejê de 60 sewalên wî mirin 2023-02-21 11:16:40   MEREŞ - Welatiyê bi nvaê Mûstafa Tuskan ê 74 salî ku li Narliyê dijî, di erdhejê de 60 heywanên wî mirin. Tuskan, wiha dibêje: “Heke alîkarî di dema xwe de bihatina dê tevahiya sewalên min bihatina xelaskirin.”    Di encama erdhejên Mereşê de zêdetirî 40 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehhezaran kes jî birîndar bûn. Li bajarokê Narli yê girêdayî Bazarcix a Mereşê de sendîka, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, kesên dilxwaz li konbajarê ku AFAD’ê ava kiriye û li Navenda Koordînasyonê ya ji hêla dilxwazan ve hatiye avakirin, alîkariyê didin gel.    Welatiyê bi navê Mûstafa Tuskan ê 74 salî li Narliyê dijî. Di saetên nîvro de hat konbajarê ku dilxwaz lê dimînin û ji bo sewalên xwe kon xwest. Tevî ku bi ser erdhejê re 15 roj derbas bûne jî Tuskan hêjta kon peyda nekiriye û dilxwaz jê re bûn alîkar. Dilxwazan ji bo Tuskan konek peyda kirin.    JI BO 9 SEWALAN 800 TL DAN   Tuskan, da zanîn ku piştî gova wî di erdhejê de hilweşiyayî, 60 sewalên wî mirine. Tuskan, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Alîkarî di dema xwe de nehatin kirin. Heke alîkarî di dema xwe de bihata kirin, dê me tevahiya sewalan xelas bikira. Kemçe du roj piştre hatin û hemû sewalên mirîn rakirin, xistin traktorekê û birin. Lingên hinek sewalên min şikestin. Hinek jî birîndar bûn. Ji Dîlokê bazirganek hat û ji bo 8 mîyên min 800 lîre dan. Niha tenê 40 mîyên min mane. Her wiha tenê 4-5 telîsên êm hene.”     MA / Dilgeş Ruvanas