Malbata Şenyaşar: Yek ji sedema erdhejê bêedaletî ye 2023-02-21 12:09:11   RIHA - Ferît Şenyaşar ku di roja 701’emîn a Nobeda xwe ya Edaletê de axivî, destnîşan kir ku yek ji sedema erdhejê bêedaletî ye û got: “Vê bêedaletiyê her kes dibîne, sibê hemû parlamenter dê dakevin qadan, heke ev bêedaletî wiha berdewam bike wê çawa bên Rihayê.”   Xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin.    Malbata ku ji ber erdhejê 15 roj navber dabûn çalakiya xwe duh hatin li ber edliyeyê û çalakiya xwe berdewam kirin. Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar îro jî li Pirsûsê ketin rê û hatin li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe di roja 701’an de berdewam kirin. Malbata Şenyaşar ji bo mexdûrên erdhejê û kesen ku jiyana xwe ji dest dane jî li ser pankarta ku ‘Edalet’ dinivisî navê 10 bajarên ku ji erdhejê bi bandor bibûn nivisîn.   ‘BILA NAVÊ ME JÎ BINIVÎSÎNIN’   Di nobeda edaletê de Ferît Şenyaşar axivî û destnîşan kir ku gelek sedemên erdhejê hene yek ji van sedeman bêedaletî ye û ev tişt gotin: “Li gorî me yek ji sedemên erdhejê bê edaletî ye. Vê bê edaletiyê jî hemû kes dizane. Sibê du sibe parlamenter dê dakevin qadan, heke ev bê edaletî wiha berdewam bike dê çawa bên Rihayê û ji gel deng bixwazin. Desthilatdar, kaxizeke girtiye dest xwe û navên kesên ku ji ber erdhejê rexne li wan dikin dinivîse, em ji vir bangê li desthilatê dikin ku navê me jî binivîse.”