Li navenda erdhejê gund bi gund bîlançoya erdhejê 2023-02-21 12:21:56   MEREŞ - Li gundên Bazarcixê ku navenda erdheja ewil bû me dîmenên 25 gundan û mezrayan girtin û herî kêm 339 kesan canê xwe ji dest daye û bi sedan mal hilweşiyan e. Mexdûrên erdhejê li benda erzaq û tiştên hîjyenê ne.    Di 6’ê sibatê de li navçeya Bazarcixê ya Mereşê erdhêj çêbû û erdhejokên li pey didomin. Em roja ewil gihîştin Bazarcixê û 16 roj in em dîmen û wêneyên hem navenda navçeyê hem jî gundan digirin. Li navenda navçeyê bi sedan avahî hilweşiyan e û avahiyek ku xesar nedîtibe tune ye. Li gundên navçeyê jî rewş ne cuda ye. Li hin gundan ji sedî 90’ê xaniyan hilweşiyan e û axûr û dikan jî pelişîne. Li gundan hema bêje xaniyek ku xesar nedîtibe nîne.    Waliyê Kirikkaleyê Bulent Tekbiyikoglû ku wek waliyê koordînator hatiye wezîfedarkirin têkildarî navenda navçeyê û gundan heta niha tenê daxuyaniyek daye. Walî di 11’ê sibatê de daxuyanî dabû û gotibû ku xebata lêgerînê û rizgarkirinê li navçeyê qediyane û ji binê kavilên 872 avahiyan 41 kes hatine rizgarkirin û bi giştî 413 welatiyan canê xwe ji dest daye.    Nayê zanîn ku gelo daneyên li gundan jî daxilî vê hejmarê an na. Dema mirin û hilweşandina li gundan jî li ber çavan bê girtin, berovajî daxuyaniya walî bîlançoyek hin girantir derdikeve holê.    HEWCEDARIYÊN BINGEHÎN    Di rojên ewil ên erdhejê de ku sir û seqemek dijwar hebû, hewcedariyek zêde bi kon, zexîre û cilan hebû. Piştî sê çar rojan hindik be jî ev hewcedarî hatin temînkirin. Ji ber alîkariya ku ji derve hatiye kêm bû dîsa hewcedariya zexîre ango xurekan xwe da nîşandan. Her wiha welatî dibêjin hewcedariya wan bi tewalet û serşokên seyar heye. Jinan jî da zanîn ku herî zêde pêdiviya wan bi ped, şampuan, sabûna destan, firşe û macûna diranan, bincilkên termal û bincilan heye.    Me wek Ajansa Mezopotamya xwe gihand gundên ku di bin tesîra erdhejê de mane û me qurbaniyan û rûxandina çêbûye berhev kir:    BUYUKNACAR KOCADERE: Herî kêm li vir 50 kesan canê xwe ji dest daye. 500 kes nifûsa wê heye û malan xesarek mezin dîtiye. Tenê 10 mal saxlem mane    BUYUKNACAR MERKEZ: Keyayê gundê dibêje ku 130 malên wan hene û piştî erdhejê 10-12 gund saxlem mane. 31 kes li navenda gund mirine û 15 kes jî li mezraya gund canê xwe ji dest dane. Gelek sewal jî di bin kavilan de mane.   FATÎH: 80 malên gund hene û tenê du sê mal tiştek bi wan nehatiye. Hejmara qurbaniyan zelal nîne û tê gotin herî kêm 60 kes mirine.    KARAÇAY: 60 malên gund hene. Malek ku xera nebûbe û xesar nedîtibe tune ye. Li gund Celal Akar jiyana xwe ji dest daye û Elîf Horoz jî birîndar bûye.    OSMANDERE: Nêzî 70 malên gund hene. 2 jê zarok 4 kes mirin e. 5 welatî ji aliyê gundiyan ve ji bin kavilan hatin rizgarkirin. Tîmên AFAD’ê piştî çar pênc rojan xwe gihandine gund.    ORDEKDEDE: Hema bêje li vir 300 xanî û dikan xesar dîtine û hilweşiyan e. 10 jê zarok 33 kes canê xwe ji dest dane. Gelek sewalên gundiyn jî di bin kavilan de mirin e. Tîma lêgerînê û rizgarkirinê roja duyemîn ji Mêrsînê xwe gihandine gund û 2 kesan rizgar kirine û her du kesan jî paşê jiyana xwe ji dest dane.    EVRÎ: Yek ji gundên herî mezin ê Bazarcixê gundê Evrî ye. Nêzî 2 hezar nifûsa wê heye û herî kêm 40 kesan canê xwe ji dest daye û herî zêde hewcedariya gund bi konan heye.    EVRÎ-KUMEEVLER: Ev der mezraya Evrî ye û 15 mal hemû hilweşiyan e. Ewqas axûr jî hilweşiyan e. 14 welatiyan canê xwe ji dest dane û hejmara birîndaran nayê zanîn. 7 kesên mirî ji heman malbatê ne.    SARIERÎK: 60 malên gund hene û 17 malbat li vir dimînin. 3 kesan canê xwe ji dest daye. Li ber deriyê her malê konên AFAD’ê hene. Alîkariya ku xizmên gundiyan ên li Ewropayê dimînin û dişînin mal bi mal tê belavkirin.    EMÎROGLÛ: 80 malên gund hene û herî kêm 5 kesan canê xwe ji dest daye. Gelek mal û axur hilweşiyan e.    EMÎROGLÛ-MEZRAYA BETÎZLER: Rûxandina li mezrayê dîmenên şer tîne ber çavan. Her kolan bi kavilan tije bûye. 56 malên mezrayê hene û gundiyan xwe bi xwe cenazeyên 6 jê zarok 12 kesan ji bin kavilan derxistine.    YENÎKOY: 120 malên gund hene. Li gund malek tune ku xera nebûye. Li gund mirî tune ne. 7 xizmên gundiyan li erdheja Dîlokê jiyana xwe ji dest daye. Xelkê gund dibêjin ku hewcedariya wan bi rûn, şekir û deterjanê heye.    AKDEMÎR: Yek ji wan gundan e ku xesara erdhejê hindik lê çêbûye. Tenê avahiya dibistanê ya kevn xera bûye. Hin mal xesar lê çêbûne û kesî jiyana xwe ji dest nedaye.    KARAHUYUK: 120 xaniyên gund hene û 22 mal hilweşiyan e. Welatî li konan û li malên xesar nedîtine dimînin. 4 kes di bin kavilan de mane lê hatine rizgarkirin.    NARLI: Ev gund berê bajarok bûye û hejmarek kêm xanî hilweşiyane. Nêzî 8 hezar nifûsa wê heye û herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hin welatî li konbajar dimînin û hewcedariya wan bi tewalet û serşokan heye.    YARBAŞI: Beşek mezin a gund li derveyî welat an jî li metropolên Tirkiyeyê dimînin. Ji ber vê yekê tevî ku hilweşandin çêbûye jî kesî canê xwe ji dest nedaye. Nêzî 20 xaniyên gund hene. Hat zanîn ku hin gundiyan li navenda bajêr jiyana xwe ji dest dane.    ARMUTLU: Hejmarek kêm mal hilweşiyane û mirî tune ne. 100 malên gund hene û welatiyên gund di konan û baraqeyan de dijîn.    ARMUTLU-MEZRAYA ŞEKERLÎ: 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.    ÇÎÇEKALANI: Hin dîwarên îstînatê û embar hilweşiyane. Kesî canê xwe ji dest nedaye. Welatî hê jî li derve dimînin.    TETÎRLÎK: Yek ji mezintirîn gundê herêmê ye û nêzî 300 malên gund hene û 10 xanî hilweşiyane. Welatî newêrin bikevin malên xwe.    ŞAHÎNTEPE: 16 kesan canê xwe ji dest daye û 3 kes jî bi giranî birîndar bûne. Birîndar hê jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.    ŞAHÎTEPE- MEZRAYA ORTAKOY: 2 kesan di bin kavilan de canê xwe ji dest daye.    MUSOLAR (PAYAMLIBAG): 216 mal li gund hene û tevî ku gelek malan xesar dîtine jî tenê kesek miriye. Îmam Sungur ê 80 salî diyar kir ku hê jî erdhejok çêdibin û dema erdhejok çêdibin li gel ew di konan de ne jî direvin derve.    MUSOLAR-MEZRAYA ÎLYASLAR: 15 mal li mezrayê hene û di avahiyên hilweşiyan de ne kes najî û kesî jiyana xwe ji dest nedaye.    SOKU MILYANLI: 150 malên gund hene û hema bêje malek jî li vir xesar nedîtiye. Gelek welatiyên herêmê hatine vî gundî û li malên nasên xwe dimînin.    MA / Azad Altay - Abdurrahman Gok