Di bin konên vala de zehmetiyên jiyanê didomin 2023-02-21 12:40:17   AMED - Mexdûrên erdhejê yên Amedê ku nawêrin vegerin malên xwe, di bin konên vala yên ji hêla AFAD’ê ve li parkan hatine vedan de zehmetiyên mezin dikişînin. Li cihê konan, ji xebatkarê alîkariyê zêdetir, polîs hene.    Di encama erdheja Mereşê de li Amedê 7 avahî hilweşiyan. Ji bin kavilan cenazeyên 409 kesan hatin derxistin. Di encama xebatên tespîtkirina xesarê de derket holê ku ji 45 hezar û 149 avahiyan 110 jê xesareke mezin tê de heye, 44 jê nîvxesar in û 10 hezar û 977 avahî jî kêmxesar in. Bi taybet jî hejmara avahiyên bixesar ên li navçeya Rezanê zêde ne. Piştî erdhejê bi dehhezaran kes bê mal man û mexdûrên erdhejê pirsgirêka cihê mayînê û xurekan dijîn. Tevî ku bi ser erdhejê re 16 roj derbas bûne jî, heta niha AFAD, Heyva Sor û saziyên din ên dewletê pirsgirêkên mexdûrên erdhejê çareser nekirine. Di her koneke li park û baxçeyan hatin danîn de nêzî 20 kes dimînin.    ‘ME TU ALÎKARIYÊN AFAD’Ê NEDÎTINE’    Welatiya bi navê Hanim Kaya (70) di konên li Parka Sumerê ya Bajarê Nû hatine danîn de dimîne. Kaya, piyên xwe yên bêgore nîşanî me dide û wiha dibêje: “Dîwarên mala me derizîne lewma nikarin biçin mala xwe. Heta niha AFAD’ê tu alîkarî nedaye me. Ev alavên di bin konan de jî me ji malên xwe yên bixesar derxistine. Nifûsa sê malan niha di bin heman konî de dimîne. 4 neviyên min hene û hewcehiya me pir bi pateyên pitikan û mamayê heye.”    PIRSGIRÊKA XWEGERMKIRIN, XUREK Û PAQIJIYÊ   Welatiya bi navê Rûken Ozîlhan jî tevî 2 jin û 5 zarokan di bin heman konê de dimîne. Ozîlhan, diyar kir ku pirsgirêkên wan ên weke xwegermkirinê, ceyran, serşok, daşir, av, xurek û alavên hîjyenê hene û wiha got: “Me ji ewil hewl da di malên xwe de bimînin. Lê nebû û em derbasî konan bûn. Li vir her tişt weke ku xuya dike nîne. Dev û lêvên zarokan tev birîn bûne.”    ‘WEKE KU ALÎKARIYAN BIAVÊJIN NAV ÇAVÊN ME BELAV DIKIN’    Ji mexdûrên erdhejê Mehmet Selçûk jî da zanîn ku piştî emeliyata fitqa piştê 7 platîn xistine pişta wî û ev tişt anî ziman: “Di dema hewayê sar de pişta min bêhtir diêşe. 5 jê zarok bi giştî em 13 kes di bin heman konê de dimînin. AFAD hat û kon vedan. Ji bilî wê tu tiştek nekir. Di bin konê me de jineke ducanî heye. Dema me ev rewş bo rayedarên vegotî ji me re gotin; ‘cihekî ku em nexweşa we lê birazînin tune ye.’ Ji bilî betaniyekî tu tiştek nedan me. Binê konê di bin avê de ma ye. Em jê re dibêjin lê bersiva ‘îdare bikin dê biçe’ didin me. Ma em ê heta ku derê îdare bikin? Alîkarî tên lê li kesên nêzî xwe belav dikin. Alîkariyên tînin jî weke biavêjin navçavên me, belav dikin. Pêdiviyên weke xwarin û vexwarinê em bi xwe pêşwazî dikin. Lê dîsa jî bila alîkariya dê bidin me ji bo herêmên rewşa wan girantir bişînin.”    ‘NE AFAD Û NE JÎ ŞAREDARÎ HEYE’   Jina bi navê Zeynep Yuce tedawiya penceşêrê dibîne û li gel vê, nexweşiyên wê yên weke şekir, dil û hwd. jî hene. Yuce balê dikişîne ser bêderfetiyan û wiha dibêje: “Êdî em ê bi nexweşiyan bikevin. Alîkariyan tînin lê yan kevn in an jî hatine bikaranîn. Ne xebatkarên AFAD’ê û ne jî yên şaredariyê hene. Ev bû hefteyek ku me serê xwe neşûştiye.” Aygun Yuce ku di bin heman konê de dimîne jî got ku wan tu alîkariyên ku li ser televîzyonê propagandaya wan tê kirin nedîtine.    Zarokên malbatan jî tevî hewayê sar, di nava şert û mercên nebitendurist de dilîzin.    JI ALÎKARIYÊ ZÊDETIR POLÎS HENE   Yek ji deverên din ên ku kon lê hatine vedan jî Parka Newrozê ya Rezanê ye. Li cihê konan ji alîkariyê zêdetir, hejmara polîsan balê dikişîne. Welatiyên li vê derê di bin konan dimînin, li benda çareserkirina pirsgirêkên weke xwegermkirin, xurek, daşir, av û hwd. in. Ji mexdûrên erdhejê yên li Parka Newrozê Hanim Gezen da zanîn ku ew 29 kes di bin heman konê de dimînin û ev tişt anî ziman: “30 sal berê gundê me şewitandin û me ji Licê bar kir. Di du-sê rojên ewil ên erdhejê de em li wargehê man. Ev 10 roj in jî em di nava vê qerebalixiyê de dijîn. Ne serşok, ne daşir û ne jî cihê destşoyê heye. Ez ji lingê xwe seqetim û nexweşa bêhnkurtkê me. Xesareke mezin gihiştiye mala me lewma nikarin bikevin xanî. Rewşa li vê derê me zêde dide zorê.”    MA / Zerrîn Sargut - Mehmet Guleş