Rapora çavdêriya HDK’ê: Dewlet tune ye, HDP li gorî ruhê piştevaniyê tevdigere 2023-02-21 13:18:08   STENBOL - HDK’ê li herêmên erdhejê raporek çavdêriyê amade kir û di raporê de hat destnîşankirin ku dewlet li herêmên erdhejê tune ye û HDP piştevaniyê û alîkariyê li gorî ruhê felsefeya wê dike.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li herêmên erdhejê serdanan pêk anî û raporek çavdêriyê amade kir û bi raya giştî re parve kir. HDK di rapora xwe de diyar dike ku ew ewilî çûne serdana Osmaniyeyê û wan çavdêrî kiriye ku AFAD ewilî çûye Osmaniyeyê û li vir 306 avahî hilweşiyane û 766 kes jî di bin kavilan de mane. Di raporê de tê gotin bi piraniya avahiyên hilweşiyane ji ber birîna kolanan hilweşiyan e.    DILXWAZ BIRÎNAN DIPÊÇIN    HDK di rapora xwe de diyar kir ku bi taybetî li gundê Narli yê Bazarcixa Mereşê ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê şertên tenduristiyê xerab bûne û nîşaneyên nexweşiya gurîbûnê derketiye holê û muhtemliya nexweşiya tîfoyê jî heye. Di raporê de hat gotin li herêma Mereşê dilxwazên erdhejê xebatên xwe serwer kirine û birînên xelkê bi destê dilxwazan tên pêçandin.    KURD BI FIKAR IN    Di raporê de hat destnîşankirin ku li herêma Bazarcixê ji ber nêzîkatiyên polîtîkayên îktidara AKP-MHP’ê kurdên ewlehî yên li herêma Bazarcixê metirsiyên wan ên ewlehiyê hene û bi fikar in.    ‘TORA PIŞTEVANIYÊ YEKITIYÊ AFIRAND’    Di raporê de hat diyarkirin ku li herêmên erdhejê navê AFAD’ê heye lê navê wê nîne. Di raporê de hat gotin ku li navçeya Bazarcixê dîmenên bermahiyên ku bajarek ji şer derketiye xuya dike. HDK’ê di raporê de anî ziman ku li bajarên erdhej lê çêbûne xebatên alîkarî û piştevaniyê li ser tora dilxwazan tê kirin û dilxwaz hewl didin ji mexdûran re bibin alîkar û birînên wan bipêçin. HDK di rapora xwe de dibêje ku dewlet li herêmên erdhejê tune ye û bi pêşengiya koordînasyonên HDP’ê piştevanî û alîkarî li gorî ruhê felsefeya wê tê kirin û bêyî ku cihêkariyê bixin navbera zimanek, çandek, netewek û baweriyekê. HDK di rapora xwe de diyar dike ku AKP li herêmê pêbaweriya xwe winda kiriye û hêrs û nerazîbûna xelkê li dijî îktidarê zêde bûye. HDP di rapora xwe de destnîşan dike ku tora piştevaniya dilxwazan di nav kurdan de atmosferek yekitiya neteweyî jî afirandiye.