Malbat nikare xwe bigihîne zaroka 15 salî ku ji bin kavilan sax xelas bû 2023-02-21 14:35:04   SEMSÛR - Ji Hatîce El Husso ya sûriyeyî ya 15 salî ku li Semsûrê ji bin kavilê erdhejê sax hate derxistin û birine nexweşxaneyê agahî nayê girtin. Apê wê Muhammed Nûr Huso wiha got: “Bila an mirî an jî sax bidin.”   Li Semsûra yek ji bajarê ku gelek zêde ji erdhejê bi bandor bû li gorî hejmara ne fermî herî kêm 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedhezaran kes jî li kolanan man. Di dema tevliheviya erdhejê de bi sedan zarok winda bûn. Yek ji van jî Hatîce El Husso ya sûriyeyî ye. Hatîce ya 15 salî bi dayik, bav û du xwişk û birayên xwe ve di bin kavilên erdhejê de ma. Hatîce ya ji bin kavilan bi alîkariya dilxwaz û apê xwe piştî 20 saetan hate derxistin, bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Semsûrê. Tevî ku bi ser erdhejê re 16 roj derbas bûn jî ji Haticeya birin nexweşxaneyê agahî nayê girtin.    ‘TENÊ LINGÊ BIRAZIYA MIN PELÇIQÎ BÛ’   Apê Hatîceyê Mûhammed Nûr Hûsso bi lêv kir ku di sala 2013’an de ji Sûriyeyê hatine Semsûrê bi cih bûne û anî ziman ku 10 sal in li vî bajarî dijîn. Hûsso, anî ziman ku di erdheja 6’ê sibatê de çêbûyî kekê wî Mûvaffak El Husso û jinbira wî Buşra El Hûsso û 3 biraziyên wî di bin kavil de mabûn û wiha got: “Kekê min qata 3’yemîn a avahiyeke 5 qatî de rûdinişt. Avahiya wan hilweşiya. Roja ewil kes tune bû. Me hewil da bi destan ji bin kavilan derxînin. Di roja duyemîn de kesên dilxwaz hatin. Bi alîkariya wan em li ser kavil xebitîn. Pişt re tîmek hat û biraziya min derxistin. Jinbira min û biraziya min Hatîce bilez birin nexweşxaneyê. UMKE ya li wir got ku jinbira min jiyana xwe ji dest daye û tenê lingê biraziya min pelçiqî ye. Em jî li ser kavil man me hewl da kekê min derxînin. Roja din min birayê xwe şand cem biraziya xwe. Dema birayê min çû Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê agahî girt ku biraziya min ne li wir e û sewqî cihekî din kiriye.”   ‘AN MIRÎ AN SAX BIDIN’   Husso, anî ziman ku di erdhejê de kekê xwe, jinbira xwe û biraziyekî xwe winda kirin, biraziyeke wî bi awayekî birîndar li nexweşxaneyê tê dermankirin û ji biraziya wî ya din agahî nayên girtin. Husso, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Bi ser erdhejê re 15 roj derbas bûn. Me miriyên xwe veşartin. Niha jî yekane derdê me dîtina biraziya min e. Biraziya min piştî erdhejê 20 saetan hate derxistin û pişt re me agahî jê negirtin. Em 184 digerin dibêjin ‘Sebir bike’. Ez li Wezareta Polîtîkayên Civakî yên Malbatê digerim ew jî dibêjin ‘sebir’ bike. Me hemû agahî şandin hêj jî disekinin. Em dixwazin bêjin ku ev keçik li ku ye. An mirî an sax bila bidin. Êdî em nikarin ragirin.”   HATÎCE EL HUSSO LI KU YE?   Husso, destnîşan kir ku biraziya wî 15 salî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Biraziya min ne biçûk e. Axaftinê dizane û hemû malbata xwe nas dike, dizane ka li ku rûdine lê heta niha me tu agahî negirtin. Heta îro çima tu agahî jê nayên girtin? Ev keçik ku ve çû? Li Ambûlansê siwarkirine û birine. Ji nexweşxaneyê jî bi balafirê sewqî cihekî din kirine. Ev keçik sewqî ku hatiye kirin? Ewilî ji me re gotin li Edeneyê ye. Em çûn Edeneyê li hemû nexweşxaneyan geriyan lê nedîtin. Pişt re gotin birine Enqereyê. Em li wir jî digerin lê nabînin. Em li bendê ne ku di zûtirîn demê de ji biraziyê min agahiyekê bibîhizin.”   MA / Omer Akin