Stûnên Girtîgeha Osmaniyeyê xesar dîtine: Em bi mirinê re rû bi rû hiştine 2023-02-21 17:26:13   OSMANIYE - Girtî Îsa Aydogan ku di Girtîgeha Osmaniye ya Hejmara 1 a Tîpa T'yê de ye, bi rêya telefonê ragihand ku ji ber erdhejê stûnên girtîgehê xesar dîtine û got: "Bi zanebûnî em bi mirinê re rû bi rû hiştine."    Girtiyên di Girtîgeha Osmaniye ya Hejmara 1 a Tîpa T'yê de, piştî erdhejên bi pileya 6,4 û 5,8 ên li Hatayê çêbûn, îro telefonî malbatên xwe kirin. Girtiyan ragihand ku ji ber erdhejê stûnên girtîgehê xesar dîtine û ji bo hestiyariyê bang li raya giştî kirin.    Girtî Îsa Aydogan bi rêya telefonê ragihand ku girtiyên edlî sewqî girtîgehine din hatine kirin, lê ew û hevalê wî Tûran Arslan li girtîgeha ku stûnên wê ji ber erdhejê xesar dîtine hatine hiştin.    Aydogan ev tişt ragihandin: "Me li vir erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6'an dît. Bi ser de jî erdhejok çêbûn. Ji ber ku herêma karesatê ye, gelek dever hatin valakirin. Tenê em li vir tên girtin. Niha tu ewlehiya me tune ye. Herî dawî erdhejeke bi pileya 6,4'an çêbû. Dengê qirçînê ji qawîşê hatin. Stûnên qawîşê xesar dîtine. Kes bi me re eleqedar nabe. Li ser jiyana mirovan bi qumarê dilîzin. Mirov nikare bibêje 'ev der ewle ye.' Kî garantiya vê yekê dide? Ger tiştek bê serê me, berpirs karmendên vir in. Bi zanebûnî em bi mirinê re rû bi rû hiştine."