Cenazeyê Çîftçiyê ku di şer de jiyana xwe ji dest dabû, hat definkirin 2023-02-21 18:59:56   WAN- Cemîle Çetîn a HPG'î ku di 2021'ê de li Şirnexê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê wê radestî malbatê hat kirin û li Wanê hat definkirin.    Cenazeyê Cemîle Çetîn a HPG'î ku di 22'yê Îlona 2021'ê de li Çiyayê Cûdiyê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, duh bi şev radestî malabata wê hat kirin. Çetîn ku piştî jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê wê rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Malbata Çetînê di dawiya sala 2021'ê de ji bo wergirtina cenaze serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê dabû. Dozgeriyê jî doza nimûneya DNA'yê li malbatê kiribû.    Piştî ku encama DNA'yê diyar bû, malbatê duh cenaze wergirtibû.    Cenazeyê ÇEtînê duh piştî wecîbeyên olî, li Goristana Seyrantepe ya li navenda bajêr hat definkirin.