CÎSST: 17 hezar û 600 girtî bandor ji erdhejê girtine 2023-02-21 19:50:05   STENBOL - CÎSST'ê ragihand ku 17 hezar û 600 girtî yekser bandor ji erdhejê girtine û xwest Wezareta Dadê demildest rewş girtîgehên li herêma erdhejê û rewşa girtiyan bi raya giştî re parve bike.   Komeleya di Pergala Înfaz a Cezayê de Civaka Sivîl (CÎSST), têkildarî rewşa girtîgehên li herêmên erdhejê de daxuyaniyeke bi nivîskî belav kir.    Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin li gorî daneyên Meclîsê û yên li ser înternetê, li Mereşê hezar û 830, li Dîlokê 7 hezar û 600, li Ozmaniyeyê herî kêm hezar û 240, li Semsûrê nêzî 3 hezar û 500 û li Semsûrê û bajarên din bi giştî 17 hezar û 600 girtî yekser bandor ji erdhejê girtine.    Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku dibe ku xizmên girtiyan jî yekser bandor ji erdhejê girtibin û wiha hatiye gotin: "Li gorî agahiyên me ji girtiyan û xizmên girtiyan û ji çapemeniyê wergirtine, qismek girtiyên di girtîgehên li 6 bajarên herêmê de sewqî bajarine din hatine girtin û qismek jê jî hîn di girtîgehên herêmê de tên girtin.    Di daxuyaniyê de hatiye xwestin ku ji xeynî mafê heyî, mafekî din ê telefonê jî ji bo girtiyan esas bê girtin, mafê ku girtî bersiva telefonên xizmên xwe bidin, girtiyên ji Sûriyeyê agahiyê ji xizmên xwe yên ji erdhejê girtine bigirin û mafê hevdîtina bi dîmen esas bê girtin.    CÎSST'ê di daxuyaniya xwe de xwest ku Wezareta Dadê demildest rewş girtîgehên li herêma erdhejê û rewşa girtiyan bi raya giştî re parve bike.