ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2023'YAN 2023-02-22 09:00:08     * Hevserokê PYD’ê Salih Muslim têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê anî ziman ku Tirkiye ji dêvla ku alîkariya mexdûrên erdhejê bike êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê didomîne û got: “Divê erdhejê de heqîqeta dewleta tirk û rejima Sûriyeyê derket holê.”   * Dayikên Botanê bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li ser Rojavayê û Başûrê Kurdistanê dan û gotin: "Dewlet li şûna ku biçe tang û topên xwe li Çiyayên Kurdistanê bibarîne, bila biçe gelê di bin kavilan de derxîne."   * HDP, ku ji Ege'yê ber bi herêma erdhejê ve hemû hêza xwe seferber kiriye, ji 7'ê sibatê heya niha 31 TIR jî di nav de 51 wesayît şandine.    * Serokê Şaxa ÇHD'a Enqereyê Mûrat Yilmaz diyar kir ku ne erdhej, rêveberêyên xwecihî, hikûmet, dewlet û burokras mirovan dikujin. Yilmaz bibîr xist ku rayedaran 2 rojan mudaxileyî herêmê nekirine û got ku di Qanûna Ceza ya Tirk de beramberiya vê yekê "kuştina bi qisûr" e.    * Xebatên lêgerîn û xelaskirinê û rakirina kavilên avahiyên li Dîlok, Semsûr, Mereş, Hatay, Meletî û Amedê ku di du erdhejên bi dijwariya 7.7 û 7.6 li Mereşê çêbûn de hilweşiyabûn, dewam dikin.   * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 702’yemîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê têkildarî erdhejê wê li avahiya navçeya Peyasê civîneke çapemeniyê li dar bixe. (11.00)    * Maseya Krîzê ya Erdhejê ya ÎKK’a Amedê ya TMMOB'ê têkildarî xebatên xwe yên li qadên erdhejê Amed, Semsûr, Elbîstan û Bazarcixê li Şaxa ŞPO’yê wê “Rapora Pêş Lêkolîna Erdhejê û Nirxandina wê” aşkera bike. (12.30)   * Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, siyasetmedar Ahmet Turk û Sirri Sakık wê li Hatayê lêkolînan bikin. (13.30-17.30)   * MA TUHAY-DER wê têkildarî rewşa girtî û girtîgehên li herêmên erdhejê li avahiya xwe ya li semta Aksaraya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (15.00)   * Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê, derbarê xebatên ku Tora Rêveberiya Krîzê ya Têkildarî Mafên Zarokan li ser karesata erdhejê dimeşîne de wê li Baroya Amedê civîneke çapemeniyê li dar bixe. (14.00)