‘Ne erdhej lê dewlet dikuje' 2023-02-22 09:28:22   ENQERE  - Serokê Şaxa ÇHD'a Enqereyê Mûrat Yilmaz diyar kir ku ne erdhej, rêveberêyên xwecihî, hikûmet, dewlet û burokras mirovan dikujin. Yilmaz bibîr xist ku rayedaran 2 rojan mudaxileyî herêmê nekirine û got ku di Qanûna Ceza ya Tirk de beramberiya vê yekê "kuştina ji ber îhmalkariyê" ye.    Hêj kavilên avahiyên ji ber erdhejên Mereşê yên di 6'ê Sibatê de çêbûn tam nehatibûn rakirin, ji ber du erdhejên Hatayê ku di 20'ê sibatê de li dû hev du çêbûn, gelek avahiyên din jî hilweşiyan. Li 11 bajaran di ser 42 hezarî re mirov jiyana xwe ji dest dan û bi sedhezaran mirov jî birîndar bûn. Li herêmên erdhejê bi rojan dengê "dewlet tune ye" olan da. Dewlet ku piştî ragihandina Rewşa Awarte (OHAL) li herêmê xuya kir, hem bi hawariya mexdûrêne erdhejê neçû hem jî alîkariyên ji herêmên erdhejê re hatin şandin asteng kir.    Piştî ragihandina Rewşa Awarte mexdûrên erdhejê jî hedef hatin girtin. Gelek bûyerên îşkenceyê çêbûn û welatî hatin qetilkirin. Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) a Enqereyê Mûrat Yilmaz tiştên piştî erdhejê qewimîn û hêla hiqûqî ya vê pêvajoyê nirxand.    REJÎMA 'YEKZILAMÎ'   Yilmaz destnîşan kir ku 3 rojên ewil ên erdhej dewlet li holê xuya nekiriye û got: "Sazî û burokrasî tune bûn. Li holê hikûmet tune bû an jî rejîma yekzilamî xuya nekir. Ên gihîştin wir gel bûn, rêxistin civaka sivîl, rêxistin demokratîk û partiyên siyasî bûn."    BERANBERIYA WÊ YA DI QANÛNA CEZA DE   Yilmaz destnîşan kir ku di 2 rojên ewil de mudaxile li herêma erdhejê nehatiye kirin û bal kişand ser beramberiya vê yekê ya di Qanûna Ceza ya Tirk de. Yilmaz da zanîn ku li gor xala 83'yan a qanûna ceza beramnberiya vê yekê "kuştina ji ber îhmalakriyê' ye" û got: "Ger li vî welatî rojekê hiqûq bê şixulandin, divê kesên berpirs bên darizandin û cezakirin, ji ber ku ji 6'ê Sibatê heya 'ê Sibatê mudaxileyî herêmê nekirine."    NE ERDHEJ LÊ HIKÛMET DIKUJE   Bi domdarî Yilmaz anî ziman ku ne dewlet lê rêveberiyên herêmî, hikûmet, dewlet û burokrasiyê mirov kuştin û wiha pê de çû: "Ji ber ku heke avahiyên saxlem hatibûna çêkirin û venêrîneke baş bihata kirin, dê ewqas kesan jiyana xwe ji dest nedabûna, dê bi birînên sivik rizgar bûbûna. Lewma jî berpirsyartiya her kesî tê de heye."    DIVIYA HERÊMA KARESATÊ BIHATA RAGIHANDIN   Yilmaz destnîşan kir ku piştî erdhejê ne Rewşa Awarte, diviyabû Herêma Karesatê bihata îlankirin û got: "Ji ber ku alîkarî negihîşt mirovan û dewlet 2-3 rojên ewil ne li wir bû, bertek çêbûn. Dewlet jî ji bo van bertekan ber bi cihekî din ve bişîne, pêdivî bi tiştekî wiha dît. Ewilî dijminatiya penaberan kir û di ser wan re lîstikek lîst. Gotin komeke mezin a talankirinê heye. Anku xwest berteka mexdûrên erdhejê û ya gel ber bi vê yekê ve hêl bike."    Yilmaz bilêv kir ku bi vê operasyona têgihaniyê mirovan li orta kuçeyê hiqûqa xw epêk aniye û got: "Mirov hatin lînckirin. Derbên giran xwarin. Polîs û leşker di bin çavan de îşkenceyên girna kirin. Ahmet Gureşçî, çendî ne gumanbar bû jî hat binçavkirin û li qereqolê tevî birayê xwe û gumanbarên din 2-3 saetan hat îşkencekirin û ji ber vê jiyana xwe ji dest da."    Yilmaz diyar kir ku Wezareta Karên Navxweyî û saziyên din ên erkdar li dijî vê îşkenceyê tiştek nekirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Polîs û leşker, hêzê ji vir digirin û ji ber vê îşkenceya li wir li mirovan dikin."    MA / Yusra Batihan - Enes Beyaz