Topuz: Helwesta ‘me eleqedar nake’ dike ku êrişên ser rojnamegerên kurd zêde bibe 2023-02-22 09:44:30   STENBOL - Rojnameger Alî Duran Topuz bertek nîşanî bêdengiya saziyên rojnamegerên muxalîf a li dijî zextên ser medyaya kurdî û rojnamegerên kurd û wiha got: “Dibêjin ‘heke em dengê xwe derxînin dê zirar bigihije me jî.’ Lê ev helwest xelete. Helwesta ‘me eleqedar nake’ rê li ber êrişên ser rojnamegerên kurd vedike.”    Zext û êrişên dewletê yên li ser çapemeniya kurd û rojnamegerên kurd berdewam in. Heta niha bi sedan rojnameger hatin girtin û binçavkirin, bi sedan sal cezayê hefsê li rojnamegeran hatin birîn. Rojnameger û nivîskar Alî Duran Topuz têkildarî zext û êrişên li ser çapemeniyê bi ajansa me re axivî.    Topuz, diyar kir ku zext û zoriyên dewlet û îktîdaran her tim li ser rojnamegeran hene û wiha got: “Sedema vê jî rola rojnamegeran a ‘venêrînê’ ye. Dewlet naxwaze hinek pirsgirêkên weke hemwelatiya wekhev, çandî, nîjadî û hwd. bên zanîn. Naxwazin hinek rastî bên weşandin. Ji roja ewil a damezirandina komarê heta niha rewş wiha ye. Ya din jî naxwazin pirsgirêka kedê, ya çînî û hwd. bên zanîn. Yek ji sedemên zextê jî îktîdarên ku naxwazin îktîdara xwe winda bikin, dixwazin agahî di bin kontrola wan de bin. Di demên berê de hewl didin pêşî li ber rastiyê bigirin û asteng dikirin lê niha derewê hildiberînin, belav dikin û yên li gorî wan tevnegerin jî hedef digirin. Lewma çapemeniya kurd jî ewqas bi dijwarî hedef digirin. Ji bo pêşîlêgirtina çapemeniya kurd serî li hemû rêyên derhiqûqî û leşkerî didin.”    ‘HEKE KURD BÊN KUŞTIN EV ME ELEQEDAR NAKE’    Bi domdarî Topuz anî ziman ku êrişên li ser çapemeniya kurd û rojnamegerên kurd ji hêla derdorên alternatîf û muxalîf ve baş nayên destgirtin û wiha domand: “Heke hûn rojnameger bin û li dijî komeke rojnamegeran êrişek û zextek hebe, divê hûn nûçeya wê baş bibînin. Ev peywireke sereke ye. Ya din jî heke îro li dijî wan bêhiqûqiyek hebe, sibe dê heman tişt li te jî were kirin. Dema êriş ser çapemeniya kurd tên kirin, ji ber du sedeman beşeke rojnameger, civak û siyasetê bêdeng dimîne. Dibêjin; ‘heke li kurdan were xistin ev yek me eleqedar nake. Heke em dengê xwe derxînin dê ziyan bigihije me jî.’ Lê ev nêzikatî, nêzikatiyeke şaş e.”    ‘PIŞTEVANÎ JÎ HEYE’   Topuz axaftina xwe wiha qedand: “Li Tirkiyeyê hem di siyasetê de û hem jî di qada pîşeyî de ‘kompleksa kurdan’ heye. Her kesê dibêje ‘Aman aman hem xwe têkilî kurdan nekin, heke tiştek li kurdan hatibe kirin ev yek tiştekî baş e.’ Ev kes dikin ku ew qad ji hêla hêza êrişkar ve were dagirkirin. Mîna helwesta CHP’ê ye ku digot; ‘betalkirina parêzbendiyan li dijî destûra bingehîn e lê dîsa jî em ê bibêjin erê.’ Piştre jî parlamenterên wan hatin girtin. Hema tişt di qada rojnamegeriyê de derbasdar e. Piştevaniyeke xurt tune ye. Lewma jî ew bi xwe jî dê rastî heman zextan bên. Piştevanî girîng e û divê were birêxistinkirin.”   MA / Mehmet Aslan