Ji bo pirsgirêka penaberan pêşniyara wezaretê 2023-02-22 10:21:19   STENBOL - Hevberdevka Komîsyona Koçber û Penaberan a HDP’ê Elîf Bulut diyar kir ku penaber bi tundî û paşveşandinê re rû bi rû ne û wiha got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka penaberan, divê Wezareta Penaberan bê avakirin.”    Di 6’ê Sibatê de li Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6 du erhejên mezin çêbûn û zêdetirî 40 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Di dema erdhejê de li ser “talanê” li dijî penaberan nîjadperestî hate sorkirin û penaber dîsa bûn yek ji rojevên sereke yên welêt. Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê, nêzî 4 milyon penaber neçar man ku bên Tirkiyeyê. Ji roja ewil heta niha jî her tim rastî êrişên nîjadperestî û zayendî tên û di nava şert û mercên giran ên jiyanê de hatin hiştin.    Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û Hevberdevka Komîsyona Koçber û Penaberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Elîf Bulut têkildarî êrişên ser penaberan û mercên wan axivî.    Bulut, anî ziman ku pirsgirêka penaberan di sedsala dawî de roj bi roj zêdetir dibe û wiha got: “Sedema vê koçberiyê jî aloziya tê afirandin e. Gel, ji cih û warên xwe tên kirin. Ji ber destwerdana DYA, Tirkiye, Ewropa, Qeter, Erebistana Siûdî û Rûsyayê, nîviya xelkê Sûriyeyê penaber bû. Di navbera salên 2012-2013’an de Tirkiyeyê polîtîkaya ‘deriyê vekirî’ xist meriyetê û ji Sûriyeyê penaber hatin. Gelemperî derî li tirkmen û ereban vekirin. Nayê zanîn pereyên YE’yê çawa hatine xerckirin. Penaber niha di nava şert û mercên giran ên jiyanê de hatine hiştin.”    ‘ÎKTÎDAR XWE BI NÎJADPERESTIYÊ XWEYÎ DIKE’   Bulut, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Helwesta niha ya AKP’ê ya li dijî penaberan, helwestekî nîjadperest e. Îktîdara xwe, bi van gotinên nîjadperest xweyî dike. Bi hezaran penaberên nehatine qeydkirin hene. Zilaman li welatê wan vedigerînin û zarok û jinan dihêlin. Lê kes nizane heta niha çend kes hatine dersînorkirin. Li Tirkiyeyê 30 Navendên Paşveşandinê hene. Penaberên li vir di nava mercên giran de dijîn. Bi darê zorê wan dersînor dike û kaxiza ku bi dilxwazî çûbin pê dide mohririn. Rewşa jinan hêj girantir e. Ziman tune ye û tacîzên li dijî wan pir zêde bûne. Mercên perwerdeyê yên zarokan jî pir xerab in.”    DIXWAZIN DEMOGRAFYAYA HERÊMÊ BIGUHERÎNIN   Herî dawî jî Bulut ev tişt anî ziman: “Îktîdar ji ber polîtîkaya xwe ya şer, gefa paşveşandinê li penaberan dixwe. Tirkiye her tim êrişî herêmê dike û niha jî dibêje dê êrişî Rojava bike. Heke ev êriş bên kirin dê kaos çêbibe. Li herêmê temenê leşkeriyê daketiye 12-13’an û heke hûn penaberan bişînin, ev tê wê wateyê ku hûn dişînin mirinê. DAIŞ, wan zarokan bi darê zorê tev li xwe dike. Heta ku pirsgirêkên Rojhilata Navîn neyên çareserkirin, hûn nikarin penaberan paşvevegerînin. Her wiha dixwazin demografyaya herêmê jî biguherînin. Efxanan dişînin Sûriye û Iraqê, tirkmenan jî dişînin Rojava û Efrînê. Jixwe pereyê penaberan ji hêla YE’yê ve tê pêşwazîkirin. YE dibêje dê 170 euro’yan bidin her penaberekî. Lê Tirkiye 170 lîreyan dide. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên penaberan, hewcehî bi avakirina Wezareta Penaberan heye. Weke HDP’ê em di vê çarçoveyê de tevdigerin.”