Li Mereşê toz û duman radibe û welatî di konên nelihev de dimînin 2023-02-22 10:29:04   MEREŞ - Li Mereşê piştî erdhejê kavil û toz maye û bajarekî xerabe radixe ber çavan. Tevî ku 17 roj bi ser erdhejê re derbas bû jî mexdûrên erdhejê di konên nelihev de dimînin û di boriyên teqiyayî de avê dikişînin.    Li navenda erdhejê bajarê Mereşê ji sedî 40’ê bajêr wêran bûye, hilweşiyaye. Çend roj beriya niha xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn. Xebatên rakirina kavilan bê navber didomin. Ji ber ku av li kavilan nayê reşandin, toz û duman radibe. Bajêr di bin toz û morana kavilan de maye.    HEWL DIDIN ÇEN PARÇE EŞYAYÊ XWE DERXIN    Li derdora avahiyên ku li ber ketinê tu tevdîr nehatine girtin û mexdûrên erdhejê hewl didin biçin çend çarpe eşyayên xwe ji wan avahiyên talûke derxin û berê xwe didin koçberiyê. Toza ku ji ber rakirina kavilan radibe, li kolanan belav dibe û welatiyên li bajêr manej î bêmaske digerin. Şebeke baş li bajêr nakişîne. Operatorên GSM’ê îstasyonên bazê danîne hin deverên bajêr.    WELATÎ DI KONÊN NELIHEV DE DIMÎNIN    Li ber donerfiroşan welatî ketine dorê û li benda dora xwe disekinin. Li cadeyê hin zarok ji boriya avê ku teqiyaye şûşeyên avê tije dikin. Li gel ku 17 roj bi ser erdhejê re derbas bûye jî lê hê jî welatî di konên nelihev de ji bo jiyanê têdikoşin. Mexdûrên erdhejê konên xwe li refûja navbera rê vedane û lê dimînin.    KAVIL LI DERDORÊ BELAV DIBIN    Kavil ango xirbeyên ji nav bajêr tên rakirin bi kamyonan dikişînin derveyî bajêr û li qadek vala tên valakirin û bêpîr û pergal belavî derdorê dikin. Bi sedan kamyon li pey hev rêz dibin û kavilan dirêjin û li wê derê toz û duman radibe.    MA / Dilgeş Ruvanas