‘Ji ber ku em kurdên elewî ne alîkariyê nadin me’ 2023-02-22 10:53:40   MEREŞ - Li gundên kurdên elewî yên Mereşê welatî dibêjin ji ber ku rayên xwe nadin AKP’ê lewma xizmet ji wan re nayê kirin û ji ber ew kurdên elewî ne alîkariyê nadin wan.    Erdhejê bandora xwe li ser gundên navçeya Afşîna Mereşê jî kir. Li gundê Oglakkaya yê bi ser navçeya Afşînê ve ku li sînorê bajarê Sêwazê ye, gelek mal xesar dîtine. Ji ber ku alîkarî negihîştiye gundiyan ew neçar mane bikevin malên xwe ku xesar dîtine. Gelek welatiyên li Elbistanê jî hatine li gund bicih bûne. Di şiliyê de ji ber heriyê û ji ber berfê rêya gund tê girtin. Heta niha rayedaran xwe negihandiye gund û heta niha tenê carek Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê alîkarî gihand gund.    Şêniyê gund Alî Topal diyar kir ku ew ji ber sir û seqemê neçar mane ku bikevin malên xwe û ne kon û ne jî alîkarî gihîştiye wan. Topal da zanîn ku piştî erdhejê sê çar roj şûn ve rêyên wan vebûne û gelek malên wan xesar dîtine.    CIHÊKARÎ LI KURDÊN ELEWÎ TÊ KIRIN    Alî Topal anî ziman ku tenê carek alîkarî bo wan çûye û pirs kirine gelo ka pirsgirêkek heye. Topal destnîşan kir ku 4 roj şûn ve rêya gund hatiye vekirin û wiha got: “Cihê ku ray ji AKP’ê re derdikevin rê birine her deverê. Lê dema dor tê ser gundê me dibêjin ku budçeya wan têr nake. Budçe têra gundê Koçyuvasina ku rêya wê 10 kîlo metre ye dike lê çima têra gundê me nake. Ji ber ku gundê me  gundê kurdên elewî ye alîkariya vir nakin. Me bihîst ku şaredariyê gotiye vî gundî rayên xwe nedaye AKP’ê û lewma xizmet bo me nakin. Çima alîkariya kurdên elewî nakin? Em jî heman bacê didin. Bila rêya me çêkin û tiştek me ji kesî ne kêm e.”    ‘DEWLETÊ ME JI BÎRA KIR’    N.A. ku li mezraya gund rûdinê diyar kir ku mala wan ji ber erdhejê xesarek mezin dîtiye û ji ber ku ew kurdên elewî ne alîkariyê nadin wan û got: “Dewletê me ji bîra kiriye. Gelek hewcedariyên me hene lê tu alîkarî nayê kirin.”   MA / Yusra Batihan