Malbata Şenyaşar: Yên ku sûcê mirovahiyê dikin, wê di bîra civakê de neyên ji bîr kirin 2023-02-22 11:38:31     RIHA - Malbata Şenyaşar ku di roja 702’yan de Nobeta xwe ya Edaletê didomîne li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Yên ku sûcê mirovahiyê dikin, wê di bîra civakê de neyên ji bîr kirin! Niha erka me ew e ku em bîra civakê zindî bihêlin.”   Xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kirin. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Malbata Şenyaşar di roja 702’an de çalakiya xwe berdewam kir.   KESÊN LI PIŞT ERDOGAN XWE VEDIŞÊRIN DÊ YEK BI YEK BÊN DARIZANDIN   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Yên ku bi hêza siyasî sûcê mirovahiyê dikin, wê di bîra civakê de neyên ji bîr kirin, erka me jî ew e ku em bîra civakê zindî bihêlin û nedin ji bîr kirin. Dema desthilata siyasî biguhere, dadgehên serbixwe dê wan kesên xwe li pişt Erdogan vedişêrin yek bi yek darizînin. #serdematêkçûnê (cokuşdonemi)”