Biryara OHAL’ê: Qedexeye ku karker ji kar bên derxistin 2023-02-22 13:05:55   ENQERE - Di çarçoveya OHAL’ê de li herêmên erdhejê “qaîdeya exlaqê” kete meriyetê. Bi vê yekê re biryara qedexeya derxistina ji kar û tahsîsata xebata demkurt hate dayîn. Biryarname di Rojnameya Fermî de hate weşandin.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan rojek piştî erdhejên Mereşê ji bo 11 bajaran biryara Rewşa Awarte (OHAL) dabû. Di çarçoveya OHAL’ê de biryarên nû hatin dayîn û ev biryar di Rojnameya Fermî de hatin weşandin. Biryarnameya têkildarî tevdîrên xebat û ewlehiya civakî, bi îmzeya Erdogan hate weşandin. Di biryarnameyê de hat gotin ku li bajarên erdhej lê çêbûye heke kargehên karmendan xesareke mezin gihiştibê yan jî nîvxesar bin û ev yek hatibe belgekirin, karmend bikarin bêyî “tespîta guncavbûnê” ji tahsîsata xebata demkurt sûdê bigirin.    JI BO KARKERAN ‘QAÎDEYA EXLAQÎ’    Li gorî biryarnameyê; mîna di pêvajoya şewba koronavîrûsê de, ji bilî sedemên “li gorî qaîdeyên exlaqê û inyeta baş tevnegeriyaye” û “girtina kargehê” yên Qanûna Kar, hat qedexekirin ku karker ji kar bên derxistin.    Ji bo kesên nekarîn ji tahsîsata xebata demkurt û bêkariyê sûd bigirin jî ev biryar hate dayîn: “Bêyî ku dema OHAL’ê were derbaskirin, dê ji Fona Sîgorteya Bêkariyê rojane 133,4 TL alîkarî were kirin û ev yek dê di çarçoveya Sîgortaya Tenduristiyê ya Giştî were hesibandin.”