Hêj ajalên asê mayîn nehatin rizgarkirin dest bi hilweşandinê kirin 2023-02-22 13:27:52   AMED – Di erdhejê de du bloqên Navenda Kargehan a Diyar Galeria ya Amedê hilweşiya bûn û ji bo 2 bloqên din jî biryara hilweşandinê hatibû dayîn. Bêyî ku ajalên di avahî de asê mayîn werin rizgarkirin, xebata hilweşandinê hate destpêkirin.    Di erdhejên Mereşê de 2 bloqên Navenda Kargehan a Diyar Galeria ya li ser Cadeya Elazigê ya Bajarê Nû ya Amedê herifî bûn. Ji bo 2 bloqên din jî biryara hilweşandinê hatibû dayîn. Di bloqên nehilweşiyayî de gelek ajal asê mabûn û tevî hemû hewldanan jî destûr nehat dayîn ku ji wir bên derxistin. Hêj ajal nehatin rizgarkirin jî xebata hilweşandinê hate destpêkirin. Ji bo rizgarkirina ajalan, Parastvana Mafên Ajalan Nîlay Yilmaz duh heta saetên şevê çalakiya rûniştinê li dar xist. Hat ragihandin ku di avahiyan de 7 pisîk hene. Yilmaz, da zanîn ku rayedaran guh nedaye wan û ev tişt anî ziman: “Em bi tu awayî nebûne asteng. Li me guhdar nakin. Îro bû roja 17’an. Di hundir de ajalên zindî hene lê tu kes guh nadê. Jixwe tu kes nikare xwe bigihîne walî. Duh tîmên AFAD’ê anîn vê derê qaşo dê ajal derbixistina. Tenê carekê vînca agirkujiyê bilind kirin û piştre dîsa danîn erdê. Piştre jî gotin; ‘me operasyonê rizgarkirinê kir.’ Derew kirin û tenê bo rûmetiyê wisa kirin. Bi tu awayî ji bo rizgarkirinê hewl nedan. Drone firandin û pisîk temaşe kirin. Li wir dijiyan. Ji bilî wê tu tiştek nekirin. Ji me vînç xwestin û me anîn. Lê tiştek nekirin.”    ‘HÛN KUJER IN’   Yilmaz, bertek nîşanî rayedaran da û wiha bi dawî kir: “Şevê din heta saet 02.00’an em li vê derê bûn. Em dema serê sibehê hatin û me dît ku dest bi hilweşandinê kirine. Her kes şahid e, gelek beşt hatin hilweşandin lê hêj jî avahî li ser pêyan in. Qaşo me çawa dest bidayê dê bihilweşiya. Ew ajal terkî mirinê kirin. Hûn wan ajalan dikujin. Hûn kujer in. Kê biryara hilweşandinê dabe, kujer ew e.”