Komeke parêzeran giliyê 2 jê qeyûm 134 şaredaran kir 2023-02-22 14:36:23   MÊRDÎN - Li Mêrdînê komeke parêzeran, li 10 bajêr û navçeyên wan ên ku ji erdhejê bandor bûn giliyê 2 jê qeyûm 134 şaredarên ji sala 1999’an ve dixebitin kirin.    Li Mêrdînê komeke parêzeran ku xwe weke “Koma Parêzerên Serbixwe ya Tam” penase dikin li 10 bajar û 41 navçeyên ji erdhejê bi bandor bûn giliyê şaredarên ku berê peywîr girtibûn û yên niha li ser kar û qeyûman kirin. Parêzeran derbarê 2 jê qeyûm 132 şaredarên ku zêdetir li Amed, Riha, Mereş, Meletî, Semsûr, Dîlok, Osmaniye, Hatay, Edene û Kilîsê piştî sala 1999’an hatin ser peywîrê û niha jî li ser peywîrêne de serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da.    Di nava kesên hatin gilîkirin de ji bilî şaredaran qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Alî Îhsan Sû û qeyûmê Bajarênû yê berê Mûrat Beşîkçî jî cih girt. Ahmet Duyan ê piştî gilîkirinê li ser navê parêzeran daxuyanî da, bal kişand ku tevî 10 hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane jî kesekî/ê berpirsyariya xwe qebûl nekiriye û îstifa nekiriye û got: “Ji bilî çend mutehidan, kesekî ku di bin lêpirsînê de ye û tê darizandin nîne. Divê hemû berpirsyar bên darizandin û dê bên darizandin. Em ê nehêlin ku di deryaya bêcezahiştinê ya dewam dike de winda bibin.”   Di serlêdana sûc de ji şaredaran re weke “sûcdarên herî zelal, herî rast, yên hatine tespîtkirin” hate qalkirin.